Li girê Kaniya Kurdan alaya DAIŞ’ê hat xwar
10:50
Cotmeh
14
/ 2014
JINHA
RIHA - Şervanên YPG/YPJ'ê ku çeteyên DAIŞ'ê ji TilŞeîrê paqij kirin, ala DAIŞ'ê ji girê Kaniya Kurda daxistin.
Li Kobanê şer di roja 30'an de berdewam dike. Şerê ku mehek e tê meşandin li eniya Başûr û Rojhilat gûr bûye. Şervanên YPG/YPJ darbeyek din li çeteyên DAIŞ'ê dan. Şervanên kurd li gundê TilŞeîrê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir. Li eniya Rojhilat jî girê Kaniya Kurda ji çeteyan paqij kir. Şervanên kurd yên YPG/YPJ ala daîşe ku li gir hatibû çikilandin daxistin. Balafirên şer ên Koalisyonê jî serê sibê ji hewa de bombe kirin.
(zt)

