Li ser sînor şanoya 'Kobanê Barcelona Stalingrad'
10:52
JINHA
RIHA - Di roja 30. a berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, li gundê Miseynter a nobeda berxwedanê lê tê girtin, Teatra Arîn Mîrkan a ji ciwanên kurd, Tirk û Ereb lîstika bi navê "Kobanê Barcelona Stalingrad" lîstin.
Ciwanên Kurd, Tirk û Ereb ên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobeda berxwedanê digirin, berxwedana li Kobanê derxistin ser dikê. Koma "Teatra Arîn Mîrkan" a li ser navê fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan a li dijî êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê bedena xwe kir mertal hat avakirin, lîstika bi navê "Kobanê Barcelona Stalingrad" lîst.
Di şanoya li hewşa maleke ji kerpîç a li gundê Miseynterê hat nîşandan de, lîstikvanan rola afirînerê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, Hakî Karer, Mahsûm Korkmaz, Zeynep Kinaci, ji kadroyên pêşeng ên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Hîkmet Kivilcimci û ji lîderê pêşeng ê şoreşa Kubayê Ernesto Che Guevara lîstin û berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin, destnîşan kirin.
(zt)
