Li Kobanê gel li ber xwe didin DAIŞ têk diçe

11:14

JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPG û YPJ’ê di van rojên dawî de darbeyên mezin li DAIŞ didin. Ji çar parçeyên Kurdistanê kurd û dîsa hindik be jî ciwanên ereb û tirk mil bi mil li hember çeteyan DAIŞ’ê diparêzin. Ev yek jî wek nîşaneya “Li Kobanê gel bi hev re li hember DAIŞ’ê şer dike û ev yek nîşaneya şoreşa gelan e.”


Berxwedana YPG, YPJ û gelê Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di roja 30’yemîn de jî berdewam dike. Berxwedêrên Kobanê ku li çeperên rojhilat, başûr û rojavayê bajêr di mewziyên berxwedanê de nhêlin çeteyên DAIŞ bi pêş bikevin, dem dem bi çalekiyên pêk tînin jî dikin ku çete bi paş ve bikişin. Hema bêje her roj derdora 100 çete tên kuştin; lê DAIŞ ji Reqa, Minbic, Cerablus, Tilebyed û hin bajarên din ku di destên wan de ne çeteyên nû û cebilxaneyê ber bi Kobanê ve rê dike. Lê ligel vê yekê jî bi ser nakeve.


Bi tang, top, hawan û hemû cûreyên çekên giran, dîsa bi hemû derfetên teknîkî jî çeteyên ku li hember berxwedana şervanan nikarin rawesitin ev 3 roj e serî li rêbazên cuda dane. Êdî çeteyên ku fêm kirine nikarin bi bombeyên giran û çekan bikevin nava bajêr, serî li wesayitên tije bombebarkirî didin. Di 3-4 rojên dawî de herî kêm 7 wesayitên tije bombe ku xwestin çalekiyên întîxarî pêk bînin, ji hêla YPG’ê ve berî bigihîjin hedefa xwe hatin îmha kirin. Di derbarê ajokarên van wesayitên tije cebilxane de jî îdîayên balkêş hene. Tê gotin di van çalekiyên teqemenî de çete zarokan bi kar tînin. Bi taybetî di 13’yê cotmehê de çeteyan saet li 08.15 deqîqeyan bi kamyoneke ku nêzî 4 ton bombe barkirî ji rojhilatê Kobanê ve xwestin bikevin Kobanê. Lê ev wesayit hat îmha kirin. Piştî vê yekê heya êvarê 4 carên din jî çeteyan bi heman awayî xwestin êrîşan bibin nav bajêr lê bi ser neketin.


Di pevçûnên ku derdikevin de jî YPG êdî darbeyên mezin li çeteyan dixe. Li ser cenazeyên çeteyan balkêş e gelek kilîdên wesayitan hene. Dîsa çeteyên ku tên kuştin û cenazeyên wan di destên YPG’ê de ne dixwuye êdî temen biçûk in. Ev yek jî dibe sedema pirsa “Gelo hêzên çeteyan yên profesyonel kêm bûne û êdî endamên xwe yên bê tecrube dişînin şer.” Dîsa di 3 rojên dawî de cenaze û çekên gelek çeteyan jî ketin destên YPG’ê. Ev yek jî wek nîşaneya “YPG noqteyên di destên çeteyan de ye werdigire” ye.


Ji hêla din ve balefirên hêzên koalîsyonê jî li başûr û rojhilatê Kobanê noqteyên DAIŞ’ê bombe dike. Herî dawî şeva din saet li derdora 11.00’yan û duh (14 cotmeh) serê sibê jî saet li 07.03 , 07.34 û 09.00’yan balefirên şer li hin noqteyên DAIŞ’ê dan.


Li kolanan û çeperên şer şervanên YPG û YPJ’ê, hemwelatiyên sivîl, extiyarên ku guhên wan giran in lê çavên wan baş dibînin, kesên ku di nava civakê de wek dîn tên hesibandin û rêveberên Kantona Kobanê di destên wan de çek di nava disîplînekê de bal dikişînin. Dîsa hemwelatiyên nikarin rajin çekê jî ji bo pêdiviyên şervanan pêk bînin bê navber dixebitin. Ev yek vîn û ruhê şoreşê jî nîşan dide.


Dîsa di çeperên şer de ne tenê ciwanên kurd her wiha ciwanên ereb û tirk jî balê dikişînin. Ligel şervanên YPG û YPJ’ê şervanên Ehrar Suriye, Siwar El Raqa (Şoreşgerê Reqa), Şems-î Şîmal (Roja Rojhilat) û Cebhet-el Ekrad jî li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Ji van koman jî heya niha 10 ciwan şehîd ketine. Şervanên ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji neteweyên din wek nîşaneya “Kobanê li rûmeta mirovahiyê xwedî derdikeve” tê nirxandin. Dîsa çalekiya li ser sînorê Pirsûs ya bakuriyan jî wateyeke din dide vê şoreşê. Lewre malbatên hin şervanên niha di çeperên şer de ne li ser sînor in û bê navber çalekiya berxwedana sînor didomînin.


Şervanê YPG’ê yê bi navê Zemanî dibêje ku dayika wî li ser sînor di nobeta berxwedanê de ye û ev yek jî nîşaneya “berxwedan sînoran nasnake” ye. Dîsa hin hemwelatiyên ji gundên Pirsûsê jî li Kobanê di nava berxwedanê de ne. Dema em li kolanên Kobanê digerin em hemwelatiyekî 64 salî ku guhên wî giran in dibînin. Navê wî Birîndar Kobanê ye û ji Edmanika Jorîn ya Pirsûs e. Dibêje ev 2 sal û nîv e li Kobanê di nava berxwedanê de ye. Zarok û zêçên wî li gundê Pirsûs in lê ew di çeperên şer de ye. Dema em dipirsin dibêjin “çima Kobanê” dibêje “gundê me û Kobanê yek bû sînor di navbera me de danîn xwestin em ji hev dûr bikevin lê bi ser neketin. Tiştê ji destên min tê ez dikim. Em ê heya dawiyê li ziman, xak û Kobanê xwedî derkevin.”


Em hinekî din digerin îcar em hemwelatiyekî ji Colemêrgê dibînin. Navê wî Memdûh Çaglar e û ev 10 roj e hatiye Kobanê. Em komek hemwelatiyên Kobanê jî bi çek û rext dibînin û bi wan re sohbet dikin. Di dema sohbetê de hemwelatiyekî bi zarok û zêç radihêje çengek ax û dibêje “Hûn dizanin ev ax çiye wateya wê çiye? Ev Kobanê ye û ji bo me pîroz e. Lewre ev xak bi xwîn û xweydana zarokên me hatiye avdan.”


Di dema gera me ya nav bajêr de em gelek kesên ku bi parçeyên hawanan birîndar bûne û ser û lingên wan pêçayî ne jî dibînin. Lê dîsa jî dest ji têkoşînê bernadin. Ev yek jî ruhê têkoşînê li ber çavan radixêre.


Em hinek din diçin çeperên pêştir îcar em rastî ciwanekî ku hevalên wî jê re dibêjin Tirko tên. Ev ciwanê tirk ku ji Stenbol beriya niha bi 3 hefteyan tevlî YPG’ê bûye ji hêla hevalên xwe yên ereb û kurd ve jî tê hes kirin. Navê wî Ehmed Denîz e û dema em sedema tevlîbûna wî dipirsin bi yek hevokekê dibêje “Min niheqî, bê edaletî û bêdengiya li hemberî Kobanê dît lewma hatim.”


(ekip/zt)