Amilia Spartak: Jin ji ber tundiya heyî bedanên xwe didin ber agir
13:13
Perihan Kaya- Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED – Yek ji welatên herî zêde pergala hişmendiya mêran lê deshilatdare û jin lê tên perçiqandin Afganîstane. Aktîvîsta Tekoşîna Jinan ya Afganîstanê Amilia Spartak diyar kir ku ji ber şerê li welatê wan rewşa jinan dibin talokeyek mezin denin. Amilia başkişand ser mudaxeleya ABD û NATO yê ya sala 2001’an ser welatê wan û got: “Piştî vê mudaxeleyê lig elek cihan talîbanan bi keviran êrîşî jinan kirine. Ji ber van nêzîkatiyan gelek jin ji neçarî bedenên xwe dane ber agir. Ji ber êdî derdê deshilatiya mêran li Afganîstanê nikarin bikêşin. Di welatê me de cara yekem mêr poz û guhê jinan dibirin.”
Her zêde gelên feqîr û jinan ji destê pergala deshilatiya mêran kişandine. Li her aliyê cîhanê jin xwe li hemberî çanda tecîz, tecawîz û qirkirinan bi rêxistin dikin. Yek ji welatên herî zêde tekoşîna jinan tê de bi zorê xwe dide berdewam kirin jî Afganîstane. Li Afganîstanê hîna jin rastî tecawîza komî tên, guh û pozê wan tê jêkirin. Di derbarê van mijaran de Aktîvîsta Tekoşîna Jinan ya Afganîstanê Amilia Spartak nirxandinên giring kir.
Di serî de hun dikarin hinek qala dema zarokatî û ciwaniya xwe ya li Afganîstanê bikin? Zarktî û ciwaniya min li welatê min derbasbû. Wê demê dibistan 12 salbûn. Lê min du caran ser polekê re baz dida û di 10 salan de dibistan qedand. Ji ber serketina min ya dibistanê hikumetê burs da min. Di sala 1970’an de ji bo xwendina zanîngehê ez çum Sovyetê. Min li Payîtexta Ukrayna Kiev ê Fakulteya Mîmariyê xwend.
Gelo li gorî ku wê demê pir xwendina jinan nebû zoriyên bi tenê weke jinek çuyîna Sovyetê ji bo xwendinê rewşek çawan bû?
Ez bawerim wê demê ji bo xwendinê ez jina pêncem yan jî şeşem ya ku ji bo xwendinê derdikiketim derveyî Afganîstanê. Bavê min xwediyê nêrînek pêşketîbû. Destura çuna min da. Di sala despêkê de ez hînî Rusî bûm. Paşê jî min 6 sal xwend. Dema kum in de xwend min hevserê xwe yê niha naskir û ez li Kiev bi wî re zewicîm. Zarokek min çêbû. Ji berk u ez êdî bûm dayîk salên zanîngehê ji bom in hêsan nebû. Lê di dawiyê de bi serketim. Berî ez biçim Sovyetê li Afganîstanê min din ava rêxistinek ya jinan de cîh digirt. Ew rêxistin di sala 1965’an de hatibû avakirin.
Gelo di wan deman de li Afganîstanê gelek rêxistinên jinan hebûn?
Hinek rêxistinên girêdayî hikumetê hebûn. Lê di wan rêxistinan de zêdetir jinên arîstograt cîh digirtin. Wan ji bo bidestxistina mafê jinan kar nedikir. Rêxistina Jinên Şoreşger ya yekem ji aliyê Dr. Anahita Ratebzad k udi meha îlonê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da ve hatibû avakirin. Din ava wê rêxistinê de gelek jinan cîh digirt. Di nava wê rêxistinê de ser mijarên weke jin hem di malê de ji aliyê hevserê xwe ve û hem jî di nava civakê de ji aliyê derdorê ve tê mêtînger kirin. Di demek kin de rêxistina me gelek mezin bû. Di wê demê de derfetê avakirina komeleyan jî destayîbûn. Di dîroka afganîstanê de wê demê cara yekem di hilbijartênên parlementoyê de 4 jin weke parlementer hatin hilbijartin. Ji wan jinan yek jî Anahita Ratebzad bû. Di parlementoyê de Anahita Ratebzad bi dengekî bilind mafê jinan di anî ziman. Dibin pêşengiya wê de cara yekem di sala 1967’an de li Afganîstanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat pîroz kirin. Di sala 3’emîn ya avakirina rêxistina jinan de li Kabîl cara yekem ji bo qetilkirina jinan meşek girseyî hati kirin. Di bajarên dinê de jî şaxên rêxistina me hebûn. Di wê demê de giringî hat dayîna perwerde kirina jinan. Bi qasî di malan de 5-6 jin bên perwerde kirin û hînî xwendin û nivîsandinê bên kirin me derfet amade kir. Dema kum e ev kar dikirin parastina mafê jinan diket rojevê. Kovarek ya me hebû, me bi dest di nivîsî û derdixist. Dema ku ez çum Sovyetê jî min xebatên xwe yên nava rêxistina jinan berdewam dikir û ez beşdarî 2 konferansên jinan bûm.
Dema ku we perwerdeya xwe bi dawîkir hun carekdinê vegeriya Afganîstanê?
Ez vegeriyam û min di dema vegera xwe de min din ava Partiya Gel ya Demokratîk ya Afganîstanê de cîh girt. Me din ava partiyê de hem ji bo gel û hem jî teyîbetî ji bo jinan xebatên giring dikirin. Di sala 1977’an de cara yekem zagona wekheviya jin û mêran hat li darxistin. Di zanîngehê de min di beşên weke dîroka hunerê û mîmariya hunerê de peyîwirdarî kir û perwerde da. Girêdayî wê min din ava xebatên rêxistina jinan de jî cîh digirt. Di ala 1990’an de mucahîd hatin ser deshilatiyê û derfetên xebatên rêxistinên jinan nehêlan. Hemû mafên me hatin binpêkirin. Em neçar man serê xwe bigirin. Ji ber tundiyên siyasî gelek endamên partiyan û ronakbîr neçar man welat terikandin. Bi hatina deshilatiya mucahîdan re rêxistinên jinên Afgan nema.
Ev tundî hem di cîh de bû yan jî di encama pêvajoyekê de hati kirin?
Dema ku ew hatin deshilatiyê makezagon betal kirin û lig ora şerîetê çun. Me zanî ku jiyana me dibin xetereyê deye ji ber wê em neçar man welat biterikînin. Me derê mala xwe girt û em derketin Pakîstanê.
Hun dikarin hinek qala wê pêvajoyê bikin?
Em hemû bi hev re derneketin derveyî welat. Despêkê xwişka min derket. Min li gel hevserê xwe û du kurên xwe welatê xwe terikand. Bi otobusê em derbazî bajarê Celalabad yê başuêr Afganîstanê bûn. Ji bo kes min nasneke carayekm di jiyana xwe de wê demê min Burka wergirt. Em li wê di sînor re derbasbûm. Nêzî 2 mehan em li Pakîstanê man. Paşê bi rêya şebekeyekê me xwe gihand Ewrupa. Bi pesetprtên sexte em hatin Tirkiyê. 2-3 rojan em li Stenbolê man. Paşê jî bi şemendefirê em derbazî Yugoslavyaya kevin bûn. Wê pêvajoyê li wê şer hebû. Ji ber wê jî em li Yugoslavyayê neman. Şebekeyek hebû em derbazî Elmanyayê kirin. Di aliyê madî de xizmên me û welatên Rojava alîkariya me kirin. Di wan pêvajoyan de çuna me gelek zor bû û di wan sînoran de me gelek zorî kişand.
Di sala 2001’an de ABD yê mudaxeleyî Afganîstanê kir, wê pêvajoyê hun li Elmanyayê bûn. We wê pêvajoyê çawan jiyan kir?
Beriya mudaxeleya sala 2001’an 6 salan li Afganîstanê Talîban deshilatbûn. Em di wan pêvajoyan de ji bo welatê xwe, gelê xwe û tayîbetî jî jinan gelek bi guman bûn. Wê demê li Elmanyayê min din ava rêxistinên jinan de aktîf kar kir. Bi çalakiyên cudam e dixwest em bala welatên dinê bikişînin ser rewşa welatê xwe. Mudaxeleya ABD û NATO yê ya ser Afganîstanê bi buhaneya azadiya jinan hat kirin. Laura Bush diyar kir k udi wê pêvajoyê de li Afganîstanê jin gelek şanazbûn, êdî dikarîn muzîkê guhdar bikin û bixwînin. Bê guman di aliyê jinan de hinek guherînên giring yên erênî hatin çêkirin. Nimune dibistan û zanîngeh ji bo jinan carekedinê hatin vekirin. Lê hijmara jinên mamosta û profesor gelek kême. Ji derveyî wê jî dibistanên ji bo keçan dihatin vekirin dihatin hilweşandin. Ji ber wê jî malabat ditirsiyan zarokên xwe bişînin dibistanan. Ji ber ewlehiya canê wan nebû. Gelek dibistan jig undan bi qasî 2-3 kîlometre durbûn. Xwendekarên keç nedikarî wiha dur biçin dibistanê ji ber hîna talîban li wan deveran hebûn. Malbatên ku zarokên xwe yên keç dişandin dibistanê dihatin tehdîdkirin û qetilkirin.
Di dawiyê de NATO ji bo jinan azadî nanî newisaye?
Bêguman. Hinek pêşketin hatin jiyan kirin. Weke di medyayê de jin zêdetir hatin dîtin. Êdî jin derdikevin TV yan û gelek kovarên jinan derdikevin. Gelek jinên di wan pêvajoyên zor de xwe perwerde kirine bûne nivîskar, helbestvan û wênevan. Hemû berhemên wan jinan ser jiyana jinane. 49 dewlet ketin hindirê Afganîstanê. Em vêcarê jî li pêşketinên piştî mêtîngeriyê binêrin. Nimune lig elek cihan talîbanan jin kirin hedefa êrîşên bi keviran. Beriya mêtîngeriyê tuştek wiha nebû. Ji ber van rewşan gelek jinan bendanên xwe dan ber agir. Ji ber nekarîn ji ber tundiya deshilatiya mêran jiyan bikin. Di dîroka welatê me de cara yemk mêran poz û guhê jinan jêkirin. Mînaka Ayşê li hemû çapemeniya cîhanê belavbû. Ji bo tedawiyê ew şandin ABD yê. Di van du mehên dawiyê de tecawîzên bi komî despêkirine. Berî niha du hefteyan minubusek ya 10 jin têde ji salona dawetê vedigeriyan ji aliyê hinek yên nayên zanîn talîbanin yan na ve hatin rawestandin û tecawîz kirin.
Gelo niha pirsgirêkên jinên Afganîstanê dikarin çawan bên çareserkirin?
Ev 35 salin li welatê me şer berdewame. Ji ber van şeran êdî di aliyê ehlaqî de ketin tê jiyan kirin. Gelek kes efoyê bi kar tînin. Jiyana jinan ne dibin ewlehiyê dene. Mînak van rojan cardin bûyerek di medyayê de hat dîtin keçek ji aliyê bavê xwe ve rastî tecawîzê hatibû. Bavek jî ev 13 salin keça xwe tecawîz dike. Bifikirin jinekê ji bavê xwe zarokek keç ya 4 salî heye. Navê keçikê Zeyînebe. Keçik bi xwe li gel rojnamegerekê wiha axivîbû: “Niha Zeyîneb keça min yan jî xwişka mine ez bi xwe jî nizanim.” Keçik 9 caran ji bavê xwe ducanî bûye. Niha jî 3 mehe ducaniye. 7 caran jî zaroka xwe rakiriye. Bifikirin ew li gel bavê xwe diçu nexweşxanê û zaroka xwe radikir.
Li gorî we heger pirsgirêkên jinên Afganîstanê ji ber hebûna şere divê despêkê ji bo rawestandina şer xebat bê kirin?
Yan jî em dikarin bêjin azadiya jinan bi aştiya civakî ve girêdayiye?
Ev rewş bi şer, feqîrî, bêkarî û mêtîngeriyê ve girêdayiye. Di Afganîstanê gelek komeleyên jinan hene. Gelek STO hatine avakirin. Lê ve STO yên ku ji welatên derve pereyan digirin ji bo inan tuştekê nakin.
(zt)

