Li hember protestoya jinên Fîlîstîn mûdaxeleyên tund

13:47

JINHA


NAVNENDA NÛÇEYAN - Li ser qedexeya leşkerên Îsraîl ketina Mûslûmana ji Mescîd-ê Aksayê re xwe pêşandanek protestoyî hat li darxistin. Xwepêşandana li ber deriyê Hitta hat li darxistin. Bi sean piraniya wan jin bi sedan welatî beşdarî xwepêşandanê bûn.


Ji ber leşkerên Îsraîlê ne hiştin Mûsluman bikevin Mescîd-î Aksa yê xwe pêşandanek protestoyî  hat li darxistin.  Xwepêşandana ku  piraniya wan jinên Fîlîstînîne rastî mûdaxeleyek tûnd hatin. Leşkeran bi bombeyên deng, gaza îsotan û goleyên plastîk mûdexeleyan pêk anîn. Di encama mûdexeleya leşkeran, ku piraniya wan jin bi hêjmarek ser 20 kesan birîndar bûn. Wezîra hûndirîn a ewlekariyê ya Îsrailê Yîtzhak Aharonovîç derbarê bûyerên ku qewimî de daxûyanî da. Di daxûyaniyê de  wiha got: "Yên ku xwestine bikevin Mescîd-î Aksa yê rêxistinên Îslamî û kesên endamê Hamasê yên Îsraîlê ne û evê bêne binçav kirin."


Yahûdiyên bawar dikin ku mabedê Sûleyman li bin Mescîd-î Aksayê de û ji ber ku Mûslumanên li wir dijîn van hîlayan na pejrînin car cara ne rihetiyên bi vî awayî derdikeve holê.     


(rt/zt)