Girê Til Şeîrê di destê YPG'ê de ye

14:26

JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPG/YPJ'ê şevê din li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîşî Kobanê dikin çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de girê Til Şeîrê ku dikeve aliyê rojavayê Kobanê bi temamî ket destê şervanên YPG'ê.

Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî girê Til Şeîrê ku çeteyên li wir bi cih bûbûn û li hemberî wealtiyên sivîl sûîqest pêk dianîn, di vê sûîqestê de jinek jiyana xwe ji dest da şûnde biryara bi dest xistina gir wergirtin. Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyan çalakî li dar xist û di vê çalakiyê de gelek çete hatin kuştin. Li girê ku hate bidestxistin de çekek BKC û gelek gulleyên wê bi dest xistin. Tê payîn ku YPG di demên saetên pêş de der barê vê mijarê de daxuyaniyeke fermî were dayîn.


TEV-DEM û PYDçûn serdana şervanên li ser gir in

Piştî ku gir ket destê şervanan endamê Dîwana Lijneya Rêveberiya TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo û gelek endamên PYD'ê çûn serdana wan. Heyetê şervanên ku di çeperê de ne pîroa kirin. Hate ragihandin ku moralê şervanan bilind e.

Piştî sivîl hatin qetilkirin biryara bi destxistina gir wergirtine

Şervanê YPG'ê Rûbar der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir ku ev gir li cihekî stratejîk e û wiha got: "Ev der heremêneke mezin kontrol dike. Di vir de li hemberî sivîlan sûîqest pêk dianîn. Duh jinek di sûîqestê de hate birîndarkirin. Piştî vê yekê me biryara bidestxistina gir wergirt." Şervan Rûbar got ku moralê wan gelekî bilind e û çalakiyên wan ên bi vî rengî dê bidome. 

Her wiha hêzên koalîsyonê başûr û rojavayê Kobanê bombebaran kirin.

(zt)