Bombeya DAIŞ'ê malbata Demîr bê xani hişt
14:28
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşên wan ên li hemberi şervanên kurd ên Kobanê şikestin, ketober topan davêjin. Topa hawanê ya DAIŞ'ê ku li xaniyê Demîr ê li gundê Zehwanê ked, malbata Demîr bê xanî hişt.
Şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyan a li Kobanê mehek e berdewam dike. Di şerê ku meheke berdewam dike de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê ya Kobanê şikestin. Piştî êrîşê DAIŞ'ê şikestin, ketober guleyên hawanê davên derdorê. Di encama top baranê de topek hawanê ya çeteyan, li gundê Zehwana Pirsûsê li xaniyê malbata Demir ket. Di 28'e Îlonê de jî guleya hawanê li xaniyê Mehmet Demîr ê 67 salî ketibû. Leşkerê Fermandariya Cendirmeyan a Qereqola Hidût hatibûn cihê bûyerê û girtek girtibûn. Mehmet Demir, piştî bûyerê serî li Qeqmeqamê Pirsûsê dabû. Mehmet, diyar kir ku hêj zerara wî nehatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Xaniyê min li pişt qereqolê ye. Leşkeran hatin girtek nivîsandin. Lê tu encam ji girtekê derneket."
Hevsera Demîr a 65 salî Aliye Demir jî anî ziman ku bi darê zorê debara xwe dikin û wiha got: "Me hêj nû cilşo jixwe re kiribû. Lê perçeyê ku li cilşoya me ket, cilşoya me xera kir. Niha cihekî ku em lê bistirin tune. Em dixwazin xaniyekî çêkin."
(zt)

