Di Konbajarê Arîn Mîrxan de wê jiyana demokratîk bê raçandin
14:44
JINHA
RIHA - Di Konbajarê Arîn Mîrxan ku bi şirîkatiya HDP, DBP û KCD'ê ji bo 4 hezar welatiyên Kobanê dê bê vekirin de wê bi komunên kolanan û meclîsên taxan pirsgirêkên welatiyan bên diyarkirin û çareserkirin. Endamê Meclîsa DBP'ê Cîhat Înco ku derbarê mijarê de agahi da, diyar kir ku hemû xizmet wê bi zimanê zikmakî bên dayîn û da zanîn ku heta niha ji bo avakirina wargehê dewletê gelek astengî derxistine.
Ji bo 4 hezar welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê hatine Pirsûsê ji aliyê HDP, DBP û KCD'ê ve dê wargehek bi navê Konbajarê Arîn Mîrxan a ji 21 taxan pêk tê bê avakirin. Kamp dê ji aliyê kesên dildar ve bê avakirin. Her wiha di wargehê de wê bi komunên kolanan û meclîsên taxan pirsgirêkên welatiyan bên diyarkirin û çareserkirin.
Wê meclîsên taxan bên avakirin
Endamê Meclîsa DBP'ê Cîhat Înco, ku berpisyariya xebatan dike diyar kir ku di wargehê de wê 21 taxan ava bikin û ev tax jê dê bi meclîsên taxan bên birêvebirin. Înco, da zanîn ku hemû pêdiviyên taxê dê ji aliyê şêniyên taxê ve bên pêkanîn û komiteya taxê ya ewlehiyê jî dê welatiyên li vê derê biparêze. Înco, her wiha da zanîn ku wê li taxan ji aliyê Komîsyona Tenduristiyê navendên tenduristiyê bên avakirin. Di wargehên ku dê hemû xizmet bi zimanê dayîkê bên dayîn de, perwerdehî jî di konan de wê bê dayîn. Di wargehê de zarok jî nehatine ji bîr kirin. Ji bo zarokan qadên lîstokê dê bên çêkirin û ji bo tesîren şer yên li ser zarokan bên rakirin jî dê dermankirina psîkolojîk pêk bînin.
Înco, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê heta niha gelek caran xwestiye vê xebatê asteng bike û wargehên dewletê ji bo penaberên Suriyeyê li Serêkaniyê û Akçakaleyê ava kirine bibîrxist. Înco, got ku gelê Kobanê ne bi tenê ye û dê bo wan çi pêwîst be bikin.
(zt)

