Jinan Şervanên YPJ'ê sipartin axê
15:41
JINHA
RIHA – Cenazeyê 4 Şervanên YPJ'ê yên di pevçûnên li Kobanê dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Nexoşxeneya Dewletê a Sîwêrekê ji aliya hezaran walatî ve hate wergirtin. Jinan li Pîrsûsê cenaze spartin axê.
Di encama pevçûnên ku li Kobanê di navbera şervanên YPGYPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 4 şervanên YPJ'ê yên bi navê Bêkar Mistafa Mihemmed, Sorgûl Azîz Apî (Mîdiya Alî), Viyan Ahmed û Mizgîn Ahmed (Mizgîn Gûlbahçe) jiyana xwe ji dest dan. Her çar şervanên YPJ'ê bi meresîmekê ji aliyê hezaran walatiyan ve ji Morga Nexoşxana Dewletê ya Siwêrekê hatin girtin. Welatiyan Cenazeyê şervanan wergirtin û bi ala YPJPKK'ê xemilandin û ji aliyê hezaran ve birin Pîrsûsê. Zarokên Kobanê bi alên PKK'ê li pêşiya girseyê û cenazeyê şervanan li ser milê jinan bi şîara,"Bijî berxwedana YPJ'ê","Bijî berxwedanê YPG'ê", "YPG'ê lêxe û serê DAIŞ'ê erdêxe"û "Bijî Serok Apo"meş ber bi navenda goristanê ve li darxistin.
Di meresîma şervanên YPJ'ê ya li goristanê bi dengê dayikê ku digot,"Bijî bûka kurdistanê","Bijî bûka Kobanê"hemû walatiyên li wir hestiyar kir. Bi lorîna dayikan li ser cenazeyên şervanan baran ji dibarî, lê heya ku cenazeyên şervanan ne hate spartin jin goristanê bernedan û cenazeyên şervanan bi destê jinan spartin axê.
(rt/zt)

