'Mafê zarokan yê bingehîn tê binpêkirin'

08:40

Eylem Daş/ JINHA


ENQERE – Ji ber protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê li bajarên herêmê û Tirkiyê çalakî hatin li darxistin û di wan çalakiyan de gelek zarokan jiyan xwe ji dest dan. Ji Komeleya Rojeva Zarokan Ezgî Koman got: “Hêzên teyîbet şidet li zarokan kirin. Bêmafiyên di pergala dadê ya zarokan de neyî hatin kirin.”  


Çalkiyên protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengal, Mexmûr û Kobanê lig elek navendên Tirkiyê berdewam dikin. Di van çalakiyan de zarok jî mîna mirovên gihiştî rastî şidetê tên. Ji Komeleya Komeleya Rojeva Zarokan Ezgî Koman bal kişand ser di çalakiyan de qietilkirina 9 zarokan û wiha got: “Lig ora hevpeyîmana Mafê Zarokan ya NY ya li Tirkiyê û gelek hevpeyîmanên dinê yên navnetewî divê mafê zarokan neyên binpêkirin û zarok bên parastin. Lê li gorî bûyerên hatîn jiyan kirin ev hevpeyîmanane hemû hatine binpêkirin.”


‘Di nava 24 saetan de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest da’


Ezgî diyar kir ku piştî 6’ê cotmehê din ava 24 saetan de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ezgî anî ziman ku lig elek cihan jî zarok rastî şidetê hatin û wiha domand: “Hêzên tayîbet şidet li zarokan kirine.”


‘Mafê zarokan hatine binpêkirin’


Ezgî da zanîn kul i gelek cihan jî zarok bûne mexdurê êrîşên çeteyên sivîl yên bi çekan û wiha domand: “Mixabin di pêvajoya tê jiyan kirin de mafê zarokan yên jiyanî tên binpêkirin. Zarok ji mafên xwe yên weke jiyan, tenduristî, perwerde, rêxistin û azadiya ramanê bê par dibin û dibin mexdurê îskenceyên giran.”


‘Çikma zarok derdikevin kolanan’


Ezgî destnîşan kir ku çima zarok da dikevin qadan tevlî çalakiyan dibin û talebên wan çîne berî ku ser van bê ramandin şidet li zarokan tê kirin û wiha berdewam kir: “Zarokên ku beşdarî van çalakiyan dibin zarokên ku bi salanin din ava şer û şidetê de dijîn. Gelek ji wan heskiriyên xwe û xizmên xwe wenda kirine. Gelek ji wan jî şidet û tundiyên giran dîtine. Ev hemû ji ber çava dikin şidetê li zarokan dikin. Gelek zarok jî bi sucdariya madeya TMK yê derdixin pêşberî dozgeriyê.”


‘Şidet berdewamdike’


Ezgî bibîrxist ku berdewam yên vê şidetê li zarokan dikin bê ceza dimînin û wiha dom kir: “Her çendî li kolanan hinek rageşî çêbûyîbe jî bi girtina binçavan û girtinê şidet berdewam dike. Du waneyên giring yên ku em ji vê pêvajoyê girtin hene. Ya yekem şideta hêzên tayîbet ser zarokan, pêşî li zêdebûna şidetê vedike. Divê dewletê dest ji van helwestên xwe berdin. Ya duyem jî sedama ku jin û zarok daketine kolanan hinek talebên wan yên ber çav hene. Divê pêvajoya aştiyê di hamû aliyan de bê berdewam kirin û bi muxatabên wan re bi şêwirin.”


 (zt)