‘We weke navê xwe bê mirin bû…’

09:08

Şehriban Aslan - Zehra Tunç/JINHA


ÊLIH – Fermandara YPJ’ê Yuhanus Ekinci (Gulan Çekdar)  di 7’ê cotmehê de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Li Cihê kul ê ji dayîk bûye Êlihê ji aliyê 50 hezar kesî ve cenazeyê wê hat sipartina axê. Dayîka Fermandara YPJ’ê  Gulan Çekdar Muhterem Ekinci anî ziman ku keça wê Gulan di biçukatiya xwe de diyar bû dê bibe fermandarek mezin û wiha berdewam kir: “Keça min Yuhanus kedkar, jêhatî û her dem xwe perwerde dikir. Di zarokatiya xwe de diyarbû dê bibe fermandarek mezin. Wateya navê wê di ermenî de jiyanek bê mirine. Ew jî weke navê xwe jiyan bê mirinbû.”


Kobanê ya ku bi berxwedana xwe ya dîroki ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê  ketiye rojeva cîhanê şahidî ji wendakirina fermandarên nemir yên bi çanda xudawendan mezin bûn re kiriye. Fermandara YPJ’ê Yuhanus Ekinci (Gulan Çekdar) jî yek ji wan fermandarên li çiyanên azad bi çanda xudawendan xwe perwerde kirîbû di êrîşên çeteyan yên 7’ê cotmehê ser Kobanê de jiyana xwe ji derstda. Li Êlihê cehazeyê Gulan ji aliyê 50 hezar kesî ve hat sipartina axê. Dayîka Gulan Muhterem Ekinci da zanîn ku keça wê Gulan hîn di zarokatiya xwe de gelek dihan heskirin û wiha got: “Bi zimanê Ermenî wateya navê Yuhanus jiyanek bê mirine.  Ew weke navê xwebû. Wê hîna li malê xwe perwerde dikir û li gorî jiyana jinek azad xwe amade dikir. Gulan di sala 1997’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Wê li gelek deverên weke Botanê fermandarî kiriye û dawiyê jî ji bo berxwedana Kobanê bi helwest û rugeşiyek mezin çu tevlî berxwedanê bû. Di 7’ê Cotmehê de li Kobanê di şerekê de jiyana xwe ji dest da.”


‘Xwedê kir şihadete lê ne îxanete’


Dayîka Muhterem anî ziman ku wê zarokên xwe di vê dozê de daye û got: “Min zarokên xwe di vê dozê de feda kirine. Xwezî min karîbana çeka keça xwe hildim û weke Ayşe Efendî di çeperên berxwedana Kobanê de şer bikim.” Dayîka Muhterem diyar kir ku dema keça wê Gulan çuye demdirêj xwestiye birayê xwe bibîne lê derfetê wê çênebûye û wiha domand: “Despêkê lawê min yê despêkê Çekdar ji Gulan biçuktir çu. Dema ku lawê min çu pir dem derbasnebû keça min Gulan jî rêya birayê xwe şopand û çu û wiha pêde çu: “ Di malê de keça min Gulan bi xwe perwerdekirî bû. Ew kedkar û jêhatîbû. Dema ku Gulan çu 15 salan li birayê xwe geriya ji bo ku wî bibîne. Lê birayê xwe nedît û birayê wê şehîd ket. Piştî 15 salan Rojekê bi telefonê li gel min axivî  ji xwe ew dengê ku berê de ez bi hesreta bihîstina wê hat guhê min em hinek axivîn. Gulana min xebera şihadetya lawê min da min û got: ‘Dayê serê te saxbe.’ min got: ‘Keçamin xudê kir şihadete lê ne îxanete. Cardin jî serê te, Serokatî, heval û hogirên te saxbe.’ Wê demê hem min kêliyên serbilindî, şanazî  û hem jî kêliyên xemgîniyê jiyan dikir.”


‘Zarokên min bi daxwaza xwe çun’


Dayîka Muhterem da zanîn ku keça wê her dem bi berpirsyarî tevdigeriya û wiha dom kir: “Wê demê kesê nedikarî şîna xwe jî bikin. Min ji bo Çekdarê xwe tazî danî. Gulan l imin geriya û got: ‘Dayê we çikir?’ ‘Min got dayê me tazî daniye’ got: ‘Dayê we baş kiriye. Ez gelek j ite razîme.’ Paşê  min jî got dayê wele bavê te jî êşa penceşêrê girtiye û çuye rehmetê. Hem wê dilê min êşand û hem jî min dilê wê êşand. Paşê lawikê min yê biçuk jî berê xwe da çiyayên azad. Zarokên min bi daxwaza xwe çune. Niha gorek ya Çekdarê min jî tuneye. Piştî 18 salan dema min keça xwe dît got: ‘Dayê dema em cenazeyê Çekdar bibînin tu dê çî bikê?’ Min got keça min şehîdgehên hatine çêkirin ji xwe ji bo wan hatine çêkirin. Dema ku em bibînin kîjan şehîdgeh nêze emê bibin wê. Got: ‘Dayê ez gelek ji te razîme, birastî tu jinek hêjayê, ji xwe ez jî wiha difikirîm.”


‘Min 18 salan xwişka xwe nedît dawiyê min cenazeyê wê dît’


Xwişa Gulan ya ji wê mezintir Nîhal Akyildiz jî destnîşan kir ku keçek wê çêbûye wê navê keça xwe daniye Gulan ji ber heskirina xwişka xwe lê ew hîn zarok bû jiyana xwe ji dest da û wiha berdewam kir: “Ji ber Gulan hevala derdê min bû û ez gelek bi wê ve girêdayîbûm. Dema ku çu Keçek min çêbû min navê wê kir Gulan. Keça min hîn 11 salî bû di şaneşîna xanî de ket û jiyana xwe ji dest da. Dema ku xwişka min jî şehîd ket me ew jî bir gel Gulana biçuk. Niha gora her duyan cote. Piştî xwişka min çu 18 salan min nedît. Herdem ez bi hezreta dîtina wê bûm. Piştî 18 salan min cenazeyê wê dît. Cenazeyê wê gelek pak bû. Weke ku bi me re dikene wiha ru ken û delalabû.”


‘Tenê rojek temenê min mabe ezê wan kincên gerilla li xwe bikim’


 Xwişka Gulan Ruken Ekinci ya 6 salan ji wê biçuktir jî derbirî ku lawikek yê wê çêbûye û wê navê lawikê xwe kiriye Çekdar û wiha axivî: “Ez û wê her dem li gel hevbûn û me her tuştên xwe ji hev re digot. Gelek girêdayî û dilxwazbû. Di TV yê de qilîbek ya gerilla Bêrîvana Cizîrê têde dixweyî dema lê dinêrî di got: ‘Ez çiqasî jê di hesidim. Tenê rojek temenê min mabe divê ez wan kincên gerilla li xwe bikim.’ Lawikek min çêbû min navê wî kir Çekdar. Niha Çekdar 4 saliye. Xwişka min gelek bi dilxwazî çu Kobanê. Dema ku ez li gel axivîm min wê cuş û dilxwaziya wê didît. Heya em yek bimînin emê vê dozê bernedin. Ezê kurê xwe Çekdar jî bi vî awayî perwerde bikim. Tenê ser milê kurê min jî mabe emê vê dazê berdewam bikin.”


‘Divê hun weke Bêrîvana Cizîra Botan bin’


Xwişa Gulan ya biçuk Remziye jî anî ziman ku dema Gulan li malbû sekna wê diyarbû dê bibe fermandarek mezin û wiha got: “Gulan gelek pirtûk dixwend hem ji bo me di nirxandina û hem jî ji diya min re kurdiya wê digot. Ew ji bom e weke dayîkan bû. Ewê hem em xwedî dikir û hem jî em perwerde dikirin. Bandora diya min jî gelek ser Gulan û hemû malbata me heye. Diya min her demê ji bom e dibêje: ‘Ger di demê min de jî ev rêxistin hebana ez qet ne di zewicîm. Divê hun weke Bêrîvana Cizîrê bin. Divê rabûn û roniştina we mirovan banor bike. Xwe biçuk nekin. Her demê divê serê we bilind û hun xwedî vînbin.’ Diya min xwediyê hêzek cewheriya mezine. Ew dixwaze her dem ciwan xwe perwerde bikin û xwe pêş bixin.”


 ‘Divê jin bi hişmendî û xweşikbûna xwe bê nasîn’


Remziye da zanîn ku Gulan gelek kêfxwşbû û her dem derdora wê jê hêz û marol digirt û wiha domand: “Ew di nava şer de jî xwe perwerde dikir. Her dem ji bom e digot divê hun xwe perwerde bikin. Dema ku van rojan din ava şer de bû ez li gel axivîm min got çawadibe got: ‘Weke şerê Kobayêye em ji malekê xwe di avêjin maladinê.’ Wiha henek dikir û marolê wê bilindbû. Hevalên Gulan digotin: ‘Gulan gelek giringiyê dide xwe perwerdekirin û li xwe nêrînê.’ Gulan digot: ‘Divê jin bi hişmedî û xweşikbûna xwe xwe bide nasîn. Divê mirov hem cewher û hem jî ji derve pakbike. Bi hişmendiya jinbûnê û civaka ekolojîk xwe pêşbixin.’ Ez dibêmim Kurdistan yeke ferqa Amed, Kobanê û Êlihê nake. Heya şer li deverek Kurdistanê hebe dê berxwedana me berdewam bike.”


‘Xeyalê wê bû carekê kincên gerilla li xwe bike’


Birayê Gulan yê mezin Veyîsî wiha qasa xwin û xeyalê xwişa xwe Gulan dike: Dema ku xwişka min Gulan biçuk xeyalê keçikên mîna wê rojekê genelik li xwe bikin lê xeyalê xwişka min rojekê kincên gerilla wergire bû. Dawiyê wan kincana wergirt û bi wan kincan ve ji vê cîhanê xatir xwest. Ji ber ew gelek bi daxwaz serê me gelek bi wê bilinde û heya em hebin emê di rêya wê de bimeşin.”


‘Dema ku çu weke nîvê malbatê kêmbû’


Birayê Gulan yê biçuk Ridvan jî bilêv kir ku dema  Gulan çuye ew biçukbû lê ewqas bandora çuna wê ser malbatê pir bû weke nîvê malê çuyî û wiha berdewam kir: “Gulan weke diya mebû ji xwarinê heya hertuşî xwe berpirs didît û bi me re mijul dibû. Dema çuyî heya niha malbata me û hemû xizmên me bi wê şanaz û serbilindin. Dema ku ji malê derket û dema cardin vegeriya mala xwe em gelek serbilind kir. Erê dilê me êşa lê serbilindiya dayî me jî gelek mezine. Dema ku çu kewe nîvê malbatê kêm bûyîbû. Dema ku me xebar ji xwişka xwe digirt weke û wê rojê cejna mebû. Ez mamostayî dikim. Ji ber wê gelek kêfa wê ji bo karê min dihat. Ji ber ku ez bi zarokan re mijul dibûm. Lê ji xwe mamostaya min ya despêkê ewbû. Ewê em hemû perwerde kirine. Dema ku em diçun cihekê her dem sitiranên kurdi yên girêdayî rêxitnê digot û hînî me dikir. Xwişa min şehîdê Kurdistanê ye nemire. Bila serê Serokatî û tevayî gelê kurd saxbe.”


(zt)