Cema Sêmal Gewriyê: Em hemû ji bo parastina rojava berpirsiyarin

09:28

Zinarîn Aydîn / JINHA


AMÛDÊ- Li Rojava xebatên sazumaniya xweseriya demokratîk berdewam dike.  Yek ji xebatên ku giring tê dîtin jî xebatên asayişêne. Di nava xebatên asayişê de jinên ji pêkhateyên cûda jî xwe bi rêxistin dikin. Endama Asayişê jina suryan Cema Sêmal Gewriyê girêdayî xebatên xwe yên asayîşê wiha got: “Li hemberî ferasetên ne xwezayî pêwîste em weke civakên xwezayî hêza xwe bi rêxistin bikin û ji bo serkeftina jiyanek azad û demokratîk çi bê xwestin em pêkbînin. Ji bo dana têgihiştin ya vê pergalê em hêzên asayişê berpirsiyarin.”


Li Rojava ji despêkirina xebatên xweseriya demokratîk heya niha hemû pêkhateyên civakî hewil didin ku di nava sazumaniyê de xwe bi rêxistin bikin. Di nava vê rêxistina sazumaniya civakî de têkelên ji pêkhateyên cuda yên weke suryan û ereb jî hene. Her wiha di nava avahîsaziya civakî de hewila ji hemû pêkhateyan bi hev re jiyînê jiyînê heye. Ji bo parastina hundirîn ya civakê hêzên asayiş bi erk û berpirsyariyek giring tevdigerin. Di nava hêzên asayişê de jin xwe cûda bi rêxistin dikin. Endama Asayişa Jinan Cema Sêmal Gewriyê ya suriyanî ji ajansa me ya JINHA yê re axivî. Cema da zanîn ku ew hemû di ber parastina rojava de berpirsyarin û çi bê xwestin wê bikin.


 ‘Li Rojava jin jî di parastinê de rola digire’


Endama Asayişa Jinan Cema Sêmal Gewriyê da zanîn ku  ew gelek kêfxweşe ku cihê xwe di nava hêzên asayişa jinan de digre û wiha axifî: “Sedema tevlîbûna min ya nava hêzên asayişê; ji ber bertekên min ên li hember ferasetên kevneşop yên civaka zayend perest ku her tiştî tenê karê mêran dibînin bû. Ev feraset di civaka me ya siryanî de jî hebû. Bi şoreşa rojava re me dît ku di nava civakê de jin jî ji bo parastinê dikare rola xwe bileyze. Em dibînin ku ev feraset hêdî hêdî di tevayî civakên rojava de tê rakirin û jin di her karekî de ciyê xwe bi awayeke çalak dikgre.”


‘Serkeftina kobanê serkeftina tevayî civakên rojava ye’


Cema  anî ziman ku her keseke rojavayî li hember parastina civakên rojava berpirsiyarin û wiha got: “Bi salane em gelê suryanî li kêleka gelên kurd, ereb û gelek gelên dine dijîn. Niha jî ji bo parastina civakên xwe bê ku em bêjin ew erebin yan kurdin û îşê me ne ji hevdûye pêwîste em li kêleka hevdû bisekinin. Îro ser rojava êrîşên tên kirin ne tenê ser gelê kurde, di heman demê de ser hemû civakên Rojavane. Ji lewma ji bo dana rawestandina van êrîşan pêwîste her kesên ser vê axê jiyan dike xwe berpirsiyar bibîne. Êrîşên ku îro bi giranî ser kantona Kobanê tê kirin bi armanca têkbirina nirxên tevayî civakên bindestin. Pêwîste em dengê xwe û hêza xwe ji bo Kobanê bikin yek. Ji ber serkeftina kobanê serkeftina tevayî civakên rojava ye.”


‘Divê li hember ferasetên ne xwezayî em bibin yek


Cema  destnîşan kir ku  bi yekbûna civakên rojava wê êrîşên DAIŞ'ê binbikevin û wiha berdewam kir: “Di heman demê de yebûna civakên rojava têkbirina tevayî êrîşên desthilatdariyêne jî. Em weke pir rengiyên di rojava de jiyan dikin pêwîste em hatina gel hev û yek girtinê ji xwe re weke çavkaniyek mezin bibînin. Bi hatina gel hev em dikarin ferasetên yek rengiyê hilweşînin. Di esasê tevayî êrîşên desthilatdar û pergalên nijad perest de feraseta yek rengiyê û navendîbûyîna ya yek rengbûyînê heye. Ev ne di xwezaya yek mirovî de heye ne jî di xwezaya civakan de heye. Li hemberî ferasetên ne xwezayî pêwîste em weke civakên xwezayî hêza xwe bi rêxistin bikin û ji bo serkeftina jiyanek azad û demokratîk çi bê xwestin em pêkbînin. Ji bo dana têgihiştin ya vê pergalê em hêzên asayişê berpirsiyarin.”


(za/zt(