‘Jinên kurd di çeperên berxwedanê de dilîlînin’
09:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û wênkêşa Birîtanî ya bi navê Hanna Lucinda Smith, di rojnameya Aşarq Al Awset de ser şervanên jinyên endamên Yekînêyên Parastina Jinê YPJ’ê wiha gotiye: “Jinên YPJ’ê vîna welatê azad ser vîna bûyîna dayîkek re girtine. jinên cîhanê di qadên asayî de di lîlînin lê jinên kurd di çeperan de di çeperên berxwedanê de dilîlînin.”
Hanna Lucinda Smith ya ku bi armanca lêhûrbûna rewşa şervanên jin, demekê bi endamên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ê re jiyaye gelek ji jinana wan bandor bûye. Hanna nivîsa xwe ser rojên ku wê di nava şervanên YPJ’ê de jiyaye nivîsandiye. Hanna di nivîsa xwe de diyar kir ku jinên kurd yên şervan armanca xwe ya yekemîn kirine azadiya welatê xwe. Jinên kurd di dîroka tekoşîna jinan de bi cihê xwe bi tîpên zêrîn nivîsîne. Vîna azadiyê ji çavên wan diweşe.”
‘Jinên kurd parstina nirxên xwe dikin’
Hanna destnîşan kir ku ew beşdarî şerê li gundê Xirbit El Benat yê nêzî bajarê Serêkaniyê diqewimî bû. Hanna ser şerê ku bejdarbûye û wiha nivîsiye: “Jinên kurd yên ku di qadê şer de bûn bi qehremanî şer dikirin. Dema ku şer radiwestiya endamên YPJ’ê kêlîkên cûda jiyan dikirin û bi hevalên xwe re kêfa servirziyê parvedikin. Hebûna hêzek taybet ji bo parastina jina kurd dibe sed jin bidestê xwe parastina nirxê exlaqî, mirovî û civakî bikin. Dema ku jin xwe bingeha civakê bibîne û vê nerînê derbazî qada piratîkê dike , civak êdî bi resenî ji nû ve xwe avadike. Civaka resen jî gava yekem ber bi azadiya gelan e. Ji ber vê yekê çavê hemû cîhanê li jinên kurd e, jinên ku bi têkoşîna xwe dê civaka xwe rizgar bikin.”
‘Jinên her 4 perçeyên kurdistanê di çeperekê de şer dikin’
Hanna di nivîsa xwe de diyar kir ku wê bi gelek şervanên jin re hevdîtin pêk anî û di encamên van hepeyvînan de derket holê ku bi sedan jinên ji bakur û başûrê Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê ne, tevlî refên YPJ’ê bûne û bi yek ruhê şoreşgerî di qadên şer de têdikoşin û wiha dewam kir: “Ji nava şervanên Yekênêyên Parastina Jinê, jinên ji aliyên din yên kurdistanê hebûn. Zimanê wan yê peywendiyê kudrî bû. Endamên YPJ yên ji bakurê kurdistanê digotin: ‘beriya pêvajoya aştiyê me li heberî dewlata Tirkiyeyê têdikoşiya. Şerê li Rojava diqewime ji şerê çiyayê kurdistanê cûda ye, ji ber ku li rojavayê Kurdistanê çiya tune ne. Şerê deşta ji şerê çiyê cûda ye.’"
‘Jinên kurd di çeperên şer de dilîlînin’
Hanna di nivîsa xwe de da xuyakirin ku ji bo jinên şervanên YPJ’ê têkoşîn bi dawî nabe û wiha nivîsa xwe bi dawî kir: “Şervanên YPJ’ê têkoşînek bê hempa didin meşandin. Di baweriya wan de têkoşîna jina kurd bi dawî nabe, gelek şervanên jin anîn ziman ku ew êdî nema çek datînin heya ku her çar aliyên welatê xwe rizgaar dikin. Jinên şervan naxwazin zarokan bînin welatekî ne rizgar û azad. Ev biryar mirov hestiyar dike ji ber ku standina biryara ‘Ez nebim dayika zarokên bê nasanameyek azad’ biryarek zehmete. Lê jinên YPJ’ê vîna welatê azad ser vîna ku bibin dayîk re girtine . jinên cîhanê li qadên asayî dilîlînin lê jinên kurd di çeperên berxwedanê de dilîlînin.”
(şh/zt)

