Li Silêmaniyê ji bo Kobanê mûmên balon tariya şevê ronî kirin
10:36
JINHA
SILÊMANIYÊ – Şevêdinê bi hezaran welatiyên Silêmaniyê li parka Azadî kombûn û ji bo piştevaniya Kobanê tariya şevê bi firandina mûmên balon ber bi esmanan ve ronî kirin.
Bi diruşma ‘Şevek bo piştevaniya Kobanê’ li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê ya başurê Kurdistanê şevê dinê nêzî hezaran mûmên balon ber bi esmanan ve hatin firandin. Welatiya bi navê Hêdî Ebûbekir diyar kir ku wan xwesiyet bi çalakiyek wiha berpirsyariya xwe ya mirovî bînin cîh û piştevaniya berxwedana Kobanê bikin. Hêdî da zanîn ku wan bi çalakiya xwe xwestin di tariya şevê de Kobanê ronî bikin û wiha got: “Me hewilda em bi vê çalakiya ronîkirinê peyama aştiyê bidin hemû cîhanê. Em hêvîdarin ku peyama me gihiştibe berxwedana Kobanê.”
(zt)

