Medîha Kinêfatî : dixwazim li Kobanê li gel jinên YPJ’ê şer bikim
12:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvana fîliman a Sûri ya bi navê Medîha Kinêfatî diyar kir ku mijara herî bibandor di vê demê de bûyrên Kobanê ne û got: “Rewşa Kobanê ya tirajîdî, bandorek mezin li min dike. Dixwazim li gel wan jinên qehreman yên Kobanê şer bikim.”
Lîstikvana navdêr ya Sûrî Medîha Kinêfatî di sala 1984’an de li bajarê Helebê ji dayîk bûye. Medîha ji sala 2003’an de dest bi karê hunerî beşê lîstikvaniyê kiriye. Piştî ku ji zanîngeha Dîmeşq ya Şamê beşê Sînema û Şano mazûn bû di gelek fîlmêm serkeftî de rolên sereke lîst.
‘Şervanên YPJ’ê Sembola hêzê ne’
Medîha ji Rojnameya Al-Hayat re axivî û balkişand ser qehremantiya jinên kurd yên ku îro li Kobanê di çeperên şer de ne û wiha domand: “Ez jinên şervan yên din ava refên YPJ’ê de li Kobanê têdikoşin , mînaka jinên ciwan ên Sûrî dibînim. Jinên şervan sembola hêz, sebir û hêza herî mezin ya ku qet têknaçe dibînim.”
‘Daxwazim li Kobanê şer bikim’
Medîha Kinêfatî destnîşan kir ku mirov bi gotinan nikare qehremantiya jinên kurd şirove bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gotin hêsanin lê bi rastî tevlî ku dilê min lawaz e jî, dixwazim bi wan jinên qehreman yên Kobanê re têkevim çeperên şer û parastina rûmetê bikim. Herî kêm ez dixwazim bi şêwazek ji van jinên têkoşer re bibim alîkar.”
(şh/zt)

