Kobaniyan alîkariya çekan xwestin
12:33
JINHA
KOBANÊ – Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê didomin, duh bi şev li hersê eniyan pevçûnên dijwar qewimîn. Helwdanên çeteyan a ji bo dagirkirina deriyê sînor bêencam ma û gelê Kobanê jî dan zanîn ku tenê bi êrîşên hewayî dên encam neyê girtin û xwestin alîkariya çekan ji bo şervanên YPG û YPJ’ê bên dayîn.
Li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê de mehek derbas bû. Di nava vê meha ku pevçûnên dijwar û destanên qehremaniyê hatin jiyîn de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hersê aliyên Kobanê hatibin rawestandin jî tehdîda li dijî Kobanê hêj didome. Di şeva ku bi baranê pevçûnên dijwar jî qewimîn de jî çeteyan nikaribûn pêş ve biçin.
Israra çeteyan a ji bo derî didome
Duh şevê j îli eniya rojhilat a Kobanê pevçûnên dijwar qewimîn û ji bo deriyê sînor bi dest bixin bi çekên giran êrîş kirin. Çeteyên ku ewil bi topên hewanê êrîşî herêmê kirin piştre hewldan bi veşarî bikevin. Lê ev hewldanên çeteyan a sê caran bi mudaxaleya şervanênn YPG û YPJ’ê ve rû bi rû ma. Di vê eniyê de çeteyan darbên giran xwaerin û mecbûr man paş ve vekişin.
Wesayîteke çeteyan hate rûxandin
Li eniya başûrê Kobanê jî şervanên YPG û YPJ’ê bersiv dan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Di pavçûnên qewimîn de li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî bi dehan çete hatin kuştin. Çeteyên ku nekarîn ji eniya başûr pêşve biçin bi topên hewanê bajar bombebaran kirin.
Li eniya rojava jî piştî girê Til Şeîr ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hate girtin heman şevê wesayîtike aydî çeteyan hate rûxandin. Hejmara çeteyên di nav wesayîtê de nehat tespîtkirin.
Li aliyê din ji duh şevê heta niha hêzên koalîsyon êli eniyên rojhilat û başûr hin noqteyên di bin kontrola çeteyan de ye bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agahê nehat wergirtin.
Berxwedana sivîlan didome
Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana gelê sivîl jî didome. Li navande bajar piranî malbatên şervanên ku li eniyan şer dikin hene. Malbatên ku ji bo zarok û xizmên xwe alîkariya lojîstîkê didin, pediviyên wekî xwarin, cil, tamîrkirina wesayîtan, dermankirina birîndadan bi cih tînin. Gelê sivîl diyar kirin ku ew ê Kobanê neterikînin û bang li raya giştî ya cihanê jî kirin û ev tişt anîn ziman: “Çareserî bi aweyeke fîlî piştgirîdayîna Kobanê ye. Çete tenê bi bombebaran hewayî nikarin bên tunekirin. Heke li dijî çeteyan tekoşînek tê xwestin bê dayîn niha Kobanê cihê ku çete darbên herî mezin dixwin e. Li vir divê şikandina wan a li dijî şervanên YPG û YPJ’ê bê zêdekirin. Divê demildest korîdorek bê vekirin û alîkariya çekan ji bo YPG û YPJ’ê bê dayîn.”
(zt)

