‘Ziman nasnameya gelan e’
16:38
JINHA
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),TZP Kurdî, KURDÎ-DER û EGÎTÎM SEN, bi daxuyaniya nivîskî bal kişand ser Roja Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Ziman nasnameya gelan e, her gel bi zimanê xwe û her ziman bi gelê xwe tê nasîn, tu gel an neteweyek bê ziman nikare hebûna xwe bide domandin. Hebûna gelan bi ziman û çanda wan pêkan e.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),TZP Kurdî, KURDÎ-DER û EGÎTÎM SEN bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku di jiyana gelan de her roja taybet bingeha xwe ji pêkhatinên taybet digire û wiha hat gotin: “Taybetiya vê rojê jî destpêka weşana Kovara Hewar, ku bi elfabeya Latînî ya kurdî hatiye weşandin e. Em damezirînerê elfabeya kurdî ya latînî, Mîr Celadet Elî Bedirxan bibîr tînin û Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê kurd pîroz dikin.”
‘90 sal in gelê kurd bedelên giran dan’
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku wekî ku tê zanîn piştî avabûna Komara Tirkiyê, hemû gel û neteweyên ku niştecihên vê axê bûn ji aliyê feraseta Îttîhat Terrakî ya netewperest ve hatin tunehesibandin û înkarkirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Hemû ziman û çandên vê axê hatin qedexekirin û asîmilekirin. Ji van gelan yek jî gelê kurd bû. Gelê kurd ji bo hebûn, nasname, ziman û çanda xwe li hember van polîtîkayên hov û nîjadperest dest bi têkoşînê kir. Gelê kurd di vê têkoşîna nod salan de gelekî berdêlên giran dan. Li hember hemû qedexe, eşkence, sirgûn, kuştin, koçberkirin û qirkirinan serî netewand û hebûna xwe domand.”
‘Neçar ma ku hebûna gelê kurd bipejirîne’
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),TZP Kurdî, KURDÎ-DER û EGÎTÎM SEN, di daxiyaniyê de gotin ku bi derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hat xwestin ku navê kurd û hemû tiştên têkildarî kurdayetî, bi tevahî ji holê bê rakirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi hezaran ciwanên kurdan di girtîgehan de hatin eşkencekirin. Girtîgeha Amedê bû wargeha hovîtiyên ku heta wê rojê nehatibûn dîtin. Piştî vî şerrê qirêj yê 30 salî têkoşîna gelê kurd gihişt asteke wisan ku Dewleta Tirkiyê neçar ma ku hebûna gelê kurd bipejirîne. Bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd, di Newroza 2013’an de manîfestoya pêvajoya çareseriyê hat îlankirin.”
Sibê meş tê lidarxistin
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi vê mebestê em ê di 15’ê Gulanê saet di 18’an de, bi hevkariya sazî û dezgeyên sivîl, ji ber Mêvanxaneya Şaredariyê heta ber peykerê Mafê Miraovan a Parka Koşûyoluyê meşekê li dar bixin, bang li gelê xwe dikin ku ji heft salî heta heftê salî ji bo siberojeke azad û wekhev tevli vê meşê bibin.
(la)

