WezîrêParastinê: Tu çek ji Kobanê re nehatine
13:24
JINHA
KOBANÊ - Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen derbarê daxuyaniyên Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistan ên derbarê alîkariya çekan de pirsên me bersivand û wiha got: “Heya vê deqîqeya ku em diaxifin tu alîkariya çekan ji bo Kobanê nehatiye. Heya niha Kobanê bi derfetên di destên xwe de li hemberî çeteyan têdikoşe. Ger çekên me yên giran hebin em ê Kobanê zûtir ji çeteyan paqij bikin.”
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê di roja 31’emîn de didome. Ligel ku çeteyên DAIŞ bi hemû hêza xwe û çekên giran êrîşan dibin ser Kobanê jî li hemberî YPG û YPJ’ê darbên mezin dixwin. Her çiqas banga Rêveberiya Kantona Kobanê, gelên sivîl û derdorên aştîxwaz ya alîkariya çekan û vekirina korîdoreke mirovahiyê bi cih nehatibe jî, dem dem nûçeyên ji rastiyê dûr yên wek “çek ji Kobanê re hatine şandin” tên belav kirin. Herî dawî li ser daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî û rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê nîqaşa “gelo ji rêveberiya Kurdistanê çi çek ji Kobanê re hatine şandin” tê meşandin.
Di derbarê mijarê de Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ku ew bi xwe jî çek û rextên xwe girêdane û bi şervanên YPG û YPJ’ê re di kozika de mil bi mil parastina Kobanê dike pirsên me bersivand. Îsmet Şêx Hesen dibêje ku Kobanê ji milê rojhilat, başûr û rojava ve ji aliyê DAIŞ ve hatiye dorpêç kirin û bakur jî di bin dorpêça Tirkiyeyê de ye. Wezîrê Parastinê li ser pirsa me ya “Gelo Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo Kobanê çek şandine” vê bersivê dide: “Kobanê bi sê aliyê xwe ji hêla DAIŞ ve bi aliyekî xwe jî ji hêla Tirkiyeyê ve dorpêç kiriye. Heya niha heya vê deqîqeya ku em tê de ne tu alîkariyeke çekan ji me re nehatiye. Ev mehek me li pey xwe hişt û heya niha em bi derfetên xwe li hemberî çeteyan li ber xwe didin.”
Li ser pirsa me ya “Naxwe çima ligel ku çek neşandine dibêjin me çek şandine” jî Wezîr Îsmet Şêx Hesen wiha dibêje: “Kobanê Kantoneke biçûk e û heya niha me gelek bangewazî kirin. Me bang li gelê xwe kir, li dewletên navneteweyî kir, li hemû cîhanê kir da ku alîkariyê bidin. Lê herkesî xwe ker kir dengê me nebihîst tu kesî. DAIŞ Musil, Ambar di çend rojan de xiste destên xwe; lê li Kobanê nikaribû. Ligel vê yekê û hemû çekên giran êdî diyar bû nikarin bikevin Kobanê. Dibe ji ber vê yekê daxuyaniyên bi vî rengî tên kirin. Dîsa Kobanê herê parçeyê herî biçûk e lê barê wê li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye. Di têkoşîna her çar parçeyan de jî xwe yî roleke mezin e. Xwedîderketina li vê Kantonê divê, lê nehatiye kirin. Ji bo alîkariya çekan em her roj bang dikin. Lê dîsa jî banga me nagihîje cihê xwe. Lê ligel hemû bêderfetiyan dema em dibêjin em serkeftî ne bila şaş neyê fêm kirin. Ev meheke em berxwedanekê dimeşînin. Berxwedaneke dîrokiye. Li hemberî ev qas çekên giran ev meheke Kobanê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê em dibêjin em serkeftî ne. Lê divê ev jî neyê ji bîr kirin hê jî Kobanê di binê xetereyeke mezin de ye. Ji bo vê xetereyê em dibînin em banga vekirina korîdoreke mirovahî dikin. Da ku em karibin nefes bistînin. Çekên me biçûk in û em li hemberî vê teknîka pêşketî şer dikin.”
Li ser pirsa me ya “xetere çi ye?” jî Wezîrê Parastinê wiha dibêje: “Niha gelê Kobanê bû ye 3 par. Parek koçberî Bakur bûye. Parek niha nêzî sînor e û bi tu awayî Kobanê terk nakin. Parek jî ligel şervanên YPG û YPJ’ê di kozikan de di nava kolanan de parastina xaka xwe dikin. Li Kobanê jin û mêrên extiyar, zarok û zêç hene. Êrîşeke mezin li ser van heye. Çete dixwazin navenda Kobanê bi dest bixin û komkujiyekê pêk bînin. Ji ber vê yekê em bang li hemû cîhanê dikin ku hêzekê bidin me. Ger hêzek bidin me em ê karibin darbeyên girantir li çeteyan bixin. Em ji hemû kesî re dibêjin Kobanê di bin xetereyekê de û divê herkes vî dengî bibihîze.”
Îsmet Şêx Hesen li ser pirsa “çiqasê bajêr di destên DAIŞ de ye” jî vê bersivê dide: “Ji sedî 30 di destên çeteyan de ye; lê heya îro ji ber bersivên tund yên YPG û YPJ’ê nikarin bi pêş ve werin. Ger tang û topên wan tunebûna, an jî çekên me yên bersiva van tang û topan bidin hebûna ewê qet neketibana bajêr. Lê çekên me yên wê bersivê bidin tune bûn. Lê niha ew tang û topên wan bê bandor in, ji ber vê yekê jî bi pêş de nehatine. YPG, YPJ niha li Kobanê hakim e û înşellah em ê hemû derê ji van çeteyan paqij bikin.”
Îsmet Şêx Hesen li ser pirsa me ya “Bombardimanên balefirên hêzên koalisyonê bi bandor in gelo” jî wiha dibêje: “Ev bombardiman tiştekî erêniye encamên xwe derketine. Destpêkê li tangên wan dan. Lê tu bi kî nekî ji berdi nava bajêr de belav bûne ev hêza hewayî li gor dil tesîr nake. Divê hêzeke ji erdê mudaxele bike hebe; ew hêz jî YPG û YPJ ye. Lê yên wan jî çekên giran tune ne. Ji ber vê yekê em alîkarî dixwazin. Dema çekên YPG û YPJ’ê yên giran çêbibin, çete nikarin xwe li ber şervanan bigirin.”
Wezîrê Parastinê Îsmet Şêx Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê kurd kir ku li Kantona Kobanê xwedî derkevin. Hesen Şêx wiha got: “Hemû serhildanên ji bo Kobanê çêbûn hêz da me. Divê em dest bidin hev da ku em van komên çete ji vê xakê paqij bikin. Em sersaxiyê ji bo hemû malbatên şehîdan dixwazin û ji hemû birîndarên xwe re şîfayê dixwazin. Dê serkeftin ya me be. Em ê Kobanê bikin keleha berxwedanê, keleha Dimdimê. Heya şervanên me hebin em dest ji Kobanê bernadin.”
(ekip/zt)

