Kadrî Bagdu bi girseyî hat oxirkirin

15:05

JINHA


EDENE - Cenazeyê Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku dema li navçeya Seyhanê ya Edene rojname belav dikir rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Goristana Kuçukoba hate definkirin.

Cenazeyê Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku dema li Semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edene rojname belav dikir rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li Goristana Kuçukoba bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin. Piştî karên definkirinê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê danîn ser gora wî. Piştî rêzgirtinê Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetîn Altun sersaxî li hemû çapemeniyê da.

'Em teqez dest ji rastiyan bernadin'

Çeteîn, diyar kir ku qatîl kî ne hemû kes dizane rayedarên dewletê fermana komkujiyê û êrîşê dan. Çetîn, anî ziman ku berî êrîşa Bagdu Serokomar Erdogan û serokwezîr Davutoglu kiryar û faşîst bi cesaret kirin. Çetîn, da zanîn ku ew dê hesaba hemû êrîşên li hemberî çapemeniya azad pêk tên bipirsin û teqez dest ji rastiyan bernadin û dê her tim rastiyan ji gel re rabigihînin.

'Hînî kiryar neyên dînin kiryar dewlet û hikûmet e'

Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî jî diyar kir ku faşîst û dewlet êrîşê li xebatkarên çapemeniya azad dikin û dewlet kiryaran dizane. Adil, anî ziman ku dewlet di heman demê de kesên êrîşê li saziyên dewletê dikin peyda dike lê ligel du roj bi ser bûyerê de derbas bûn hêj kikryar nehatine dîtin û wiha got: "Hinî kiryar neyên dîtin kiryar dewlet û hikûmet e."

Adil, ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad pênaseya "Generalên Apê Musa" bikaranî û da zanîn ku Çapemeniya Azad teqez dest ji rastiya bernade û wiha axivî: "Rojnameyên Rêheval Kadrî belava dikirin li erdê namînin û pênûsê Apê Musa jî teqez li erdê namîne."

Piştî axaftinan girseyê konê ji bo şînê hatî vekirin ê li taxa Şakîrpaşa ziyaret kirin.


Çavkanî: DÎHA


(zt)