Delegeya Rojhelat Hamno: Yekîtiya kurdan girîng e
14:14
Hazal PEKER – Hangül ÖZBEY JINHA
HEWLÊR - Delegeya Rojhelat Hamno Naqşebendî ku di Konferansa Jinan a Netewî de axivî, anî ziman ku yekîtiya jinan di avakirina yekîtiya siyasî de roleke girîng dilîze. Hamno, bang li dayîkan kir ku zarokên xwe bi zanebûna netewî mezin bikin.
Di panelê de, delegeya Rojhilatê Kurdistanê Hamno Nexşebendî axivî û diyar kir ku Kurdan bandor li siyaseta cîhanê kirine.
Hamno destnîşan kir ku jin di warê yekitiya neteweyî û siyasî de rolek pir girîng dileyîzin û got ku ew dixwazin ku dayîkên Kurd zarokên xwe bi hişmendiya neteweyî mezin bikin. Hamno Neqşebendî got; “Divê em têkoşîneke neteweyî bimeşînin. Dijminên me her tim hewl dan ku dubendî têxin navbera me. Divê em li hemberî vê yekê bibin yek. ”
Delegeya ji Rojavayê Kurdistanê Cîhan Mistefa jî destnîşan kir ku gelê Kurd yek ji kevnartirîn gelên herêmê ye û got; “Em gelek pir kevnar in. Me gelek car vê yekê got. Em beriya Tirkan jî li vir hebûn. Her kes bû xwedî dewlet, lê em nebûn” û wiha domand:
“Gelek gelên ku ji me kêmtir, bûn xwedî dewlet. Lê em nebûn. Ez li sedema vê yekê geriyam. Min sedema vê ji kurdogolan zanî. Min got gelo çima em heta beriya vê civînê li hev neciviyane. Formulên siyasî û zextên dewletê. Lê faktorên cûdatir jî hene. Ez dixwazim behsa faktorên navxweyî bikim. Erdnîgariya Kurdan çiyayî, ji ber wê jî Kurd li deverên çiyayî dijîn, ev yek jî bû sedem ku Kurd ji hev cûda, bi awayê kom bi kom bijîn. Me ji xwe re şansek ji bo dewletê nedît. Em belav bûn. Rola sîstema aboriyê jî heye. Em ewqas bûne dilsozên olî, bandora ol li ser pirsgirêka neteweyî jî heye. Ger em sedema bihejmêrin, dê dirêj bibe û biçe. Hêvîdar im dê ev konferans ji bo yekitiya Kurdan astek nû be.”
Wêne û Kamera: Hazal PEKER – Hangül Özbey
(hp/ho)

