Dê jin kevneşopiya çêkirina berikan bigihînin pêşerojê

08:39

Berivan Sumer / JINHA


WAN – Şaredariya Payîzovayê hem ji bo îstihdama kar ya jinan û hem jî ji bo hunerê dest yê jinan ji nû ve bê zindî kirin atolyeya berikan vekiriye. Şaredariya Payîzovayê hewildide gelek pirojeyên wiha bixin jiyanê.


Her roja ku diçe tekoşîna jinên kurd mezin dibe û bi alîkariya rêveberiyên herêmî navendên nû ji bo jinan tên vekirin. Li herêmê hem ji bo rewşa madî û hemî jî ji bo derketina jinan ya ji malê û tevlî karên civakîbûna wan gelek navendên kar tên vekirin. Şaredariya Payîzovayê ji bo îstihdama jinan ya kar atolyeya berikan vekiriye. Jinên k udi atolyeya kilîman de dixebitin rengan dixina nava hev hest, kelecan, şanazî, bêdengî û hêşên xwe dirijînin ser berikan. Hînkara berikan Ayşe Kasap ya ku di atolyeyê de jinan hînî çêkirina berikan dike diyar kir ku dê pirojeya xwe ya çêkirina berikan zêdetir mezin bike û got: “Bi tayîbetî jî jinên ne xwendî di mal de betal di sekinin bên vêderê hînî tuştekê bibin emê bi hatina wan şanazbin. Ji ber tu hest bi qasî hînbûna tuştekê û wan hînbûnên xwe hînî hinek dinê kirin xweş nîne.”


‘Jin kevneşopiya çêkirina berikan derbazî dema bê dikin’


Ayşe da zanîn ku ew di dema hînkariya çêkirina berikan de ji çandên cuda çîrokên jiyana mirovan yên cuda cuda hîndibin û wiha domand: “Çanda çêkirina berikan ya ku weke kevneşopiyekê ji beriya hezaran salan hatiye dê jin bigihînin pêşerojê. Tenê ne jinên di hindirê malan de bê kar tevlî atolyeya çêkirina berikan dibin. Di heman demê de jinên xwendekar jî ji bo derxistian mesrefa xwe ya dibistanê jî tên beşdarî atolyeya berikan dibin.”


‘Min xwest û bi ser ketim’


Xwendekara dibistana Amadeyî Gulbahar Yilmaz jî anî ziman ku ji bo ew hem lêçuna xwe ya dibistanê bigire û hem jî demê xwe tejî derbasbike beşdarî atolyeya berikan bû û wiha berdewam kir: “Li gel jiyana xwe ya dibistanê hînbûna çêkirina berikan jî bi min re hêza cewherî zêdekir. Ji ber wê jî ez êdî bê tirs dikarim karên dinê jî bikim. Ev 4 rojin ez têm qursê, gelek baş derbas dibe. Ez diwê baweriyê deme jin çî tuşta bixwazin dikarin bi serbixin. Ji ber min xwest û ez bi serketim.”


(zt)