Ji bo bi deh hezaran nexweşên jin yek bijîşk!

08:40

Şehriban Aslan/JINHA


AMED – Li Nexweşxaneya Yusuf Azizoglu ya Dewletê ya Farqînê ji ber tenê bijîşkek pispor yê welidandinê heye nexweş mexdur dibin. Pispora Welidandinê Bijîşk Yelîz donmez diyar kir ku li navçeyê şêniya jinan bi qasî 70 hezarane, her roj nêzî 200 jin tên neweşxanê lê ji ber kêmaniya nebûna bijîşkan gelek jiyan lê nayên nêrîn û cardin vedigerin malên xwe. Yelîz daxwaz kir ku demek ji ya din zudtir bijîşk bên şandina nexweşxanê.


Li Nexweşxaneya Yusuf Azizoglu ya Dewletê ya navçeya Farqînê ya Amedê kêmaniya pisporên welidandinê hene. Navçeya ku têde nêzî 70 hezar jin hene, ji ber kêmaniya bijîşkan li nexweşxanê rojê nêzî 200 jin diçin nexweşxanê lê gelek ji wan bêyî lê bê nêrîn paşde vedigerin malên xwe. Cîgirê Pispora Nexweşxaneya Yusuf Azizoglu ya Dewletê ya Farqînê Nyrhak Ozyaramiş got: “Bi tayîbetî jî dema jin bi şev tên bijîşk nayên dîtin. Tenê pisporek jin heye û ew jî gelek mesayî nikare bike. Ji ber wê jî em neçar dimînin nexweşên bi şev tên bişînin navçeyek dinê. Ev jî ji bo nexweşan bi tendurist nîne.”


‘Ev 5 mehe ez jinek tinê ya welidandinê di xebitim’


Pispora welidandinê ya ku tenê di nexweşxanê de di xebite Yelîz Donmez da zanîn ku ji gund û navçeyên derdorê jî nexweş tên ber destê wê  û wiha got: “Ji ber li navçeyên derdorê jî bijîşk nîne hemû nexweş tên vê nexweşxanê. Jinên di welidin gelek zêdene û gelek nexweşên me hene. Ev nêzî 5 mehane ez tenê weke bijîşka welidandinê li vêderê di xebitim. Ez jî 7 mehin ducanîme û gelek diwestim. Ji berk u hijmara nexweşan li vêderê zêdeye ez nagihim hemûyan binêrim. Ez neçar dibim ku nexweşan dişînim Amedê. Ji ber em sevka gelek nexweşan çêdikin ji nexweşxaneyên derdorê jî gilî tên.”


‘Divê jin her dem dibin venêrîna bijîşkan re bên derbaskirin’  


Yeliz anî ziman ku ji bere w jî ducaniye gelek diweste û nikare li hemû nexweşan binêre û wiha domand: “Rojê herî kêm ez li 120 nexweşan dinêrim. Jinên tên beşa lezgîn hene û ez neçarim li wan jî binêrim. Gelek jinên tên li vêderê divê berdewam dibin çavdêriya bijîşkan de bimîne. Ji ber ez li vêderê biyanim biyanîbûnê jî dikêşim. Ji bo hêsankirina vê min li gel xwe hemşîreyên kurdî dizanin girtine. Bi tayîbetî jî dema jinên ji Şengal û Kobanê ji bo lênêrînê tên vêderê bi wan re mijulbûn min dide zorê.”


‘Ez neçar dibim ku nexweşan sevk bikim’


 Yeliz bilêv kir ku tayîbatî jî nexweşên jig undan tên gelek zoriyê dibînin û mexdur dibin û wiha berdewam kir: “Nexweşên jig undan jî tên em neçar dibin sevkî cihek dinê dikin. Ev di aliyê madî de jî wan dide zorê. Nexweşên bi şev tên ji ber ez ne li vêderême sevkî navend û navçeyên dinê dikin, ev qet jî bi tendurist nîne. Ev rewiş teyîbetî jî ji bo jinên ducanî gelek rîskek mezine. Carnan dem nîne ez li encama tehlîlên wan binêrim. Ji ber wê jî em alîkariya beşên dinê dixwazin. Bi rastî jî weke bijîşkek tenê ya welidandinê xebitîn ne gengaze. Hem ji ber ew gelek mexdur dibin û hem jî ez pêrenagihim bi hemûyan re mijul bibim ji ber wê jî ji vêderê re bijîşk pêwîstin.”


Wêne: Bêrîtan Canozer


(zt)