Aktîvîsta Aştiyê Wîdad 2 xelatên navnetewî girtiye

09:12

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Aktîvîsta Aştiyê ya kurd  Dr. Wîdad Akrawî  2 xelatên "International Pfefer Peace Award" û  "Special Prize" girtiye. Wîdad diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê, Kurd bi cîhanê da naskirin û pejirandin û wiha got: “Profesor û rewşenbîrên ez nas dikim dibêjin ‘Xwezî keçên me jî mîna jinên Kurd ên li Kobanê têkoşer bûna.’"


Wîdad di sala 1970 li bajarê Akra yê başûrê kurdistanê ji dayik bûye. Ji 4 saliya xwe de zilma hikûmeta Îraqî kişand û  zaroktiyek dijwar Jiyan kir.  Wîdad rastî gelek zordariyên hikûmeta Baas ya Îraqî hat. Wîdad destnîşankir ku ji wê dihat xwestin ku di partiya Baas de bibe endam lê wê ev yek ne dipejirand. Bi sedema neqbûlkirina Wîdad ji partiya Baasê re ew di lîsteya reş ya bassê de hat tesnîfkirin. Di 16 saliya xwe de derbasî zanîngeha Selahedîn  ya li bajarê Hewlêrê bû. Wîdad ji sala 1987’an dest bi xebatên siyasî û têkoşîna li dijî desthilatariya partiya Baas bi awayekî veşartî kir. Hewldanên wê ji bo amadekirina belgeyên malbatên mexdûrên Enfala, gelek caran jiyana Wîdad da xetereyê.


Xebatên Dr. Wîdad Akrawî ew hêjayî 2 xelatên navnetewî dît


 Jina kurd a ji başûrê kurdistanê Dr. Wîdad Akrawî di pirojeyên belevkirina çanda aştiya gelan de rolek giring û sereke lîstiye. Piştî ku Wîdad wek jina herî serkeftî a di nava dewletên Skandinaviya de hat pejirandin, Çalakbûna  xwe di qada parastina mafê mirovan û aştîxwaziyê de isbat kir. Çalakbûn  û hewldanên ku Wîdad Akrawî kirin bû sedema ku ew  bibe yekemîn jina kurd ku 2  xelatên navneteweyî qeznc bike. Xelat yekemîn ya Aştiyê a bi navê "International Pfefer Peace Award" ye, ev xelat her sal ji aliyê   DYA diyarî  kesên ku li hemberî şer têdikoşin tê kirin. Xelata duyemîn ya ku  Dr.Wîdad qezenc kir, xelata “Special Prize” ew jî xelata taybet  ya ku ji bo  kesên hewil didin veqetîna navbera şaristaniyên mirovahî tune bikin tê diyrî kirin.


‘Xelatê diyarî Kobanê û Şengalê dikim’


Dr. Wîdad bi lêv kir ku têkoşîna ji aliyê jinên Kurd ve li Kobanê  tê dayîn wê  weke  jinek Kurd  serbilind dike û got: “Têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê, Kurd bi cîhanê da qebûlkirin. rewşenbîrên Rojavayî têkoşîna li Kobanê tê meşandin bi matmayî dişopînin. Ez vê xelatê diyarî Kobanê û Şengalê dikim. Ez ji  her kesên ji bo Kurdistan û gelê Kurd têdikoşin  re serkeftinê  dixwazim. ” Dr. Wîdad Akrawî  bang li partiyên Kurdistanî kir ku di mijara yekîtiya neteweyî de hîn bêtir bikevin nava hewldananê.


 (şh/zt)