Hevjîna Necmettin İlhan: Ezê jî di rêya hevserê xwe de biçim
10:11
Nurcan Yalçın/JINHA
ÊLIH – Berxwedana Kobanê ya dîrokî li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji 7 heta 70 salî hêrs di dilê her kesê de çêkiriye û her kes dixwaze din ava wê berxwedanê de cihê xwe bigirin. Ji van yek jî Necmettin Îlhan yê zewicî û bavê 2 zarokan bû… Hevsera Necmettin Îlhan Laleş Îlhan jî got: “Ezê jî di rêya hevserê xwe de biçim. Hevserê min di rêyek ya hez dikir de çu û şehîd ket. Êdî parastina Kobanê deyînê situyê her kesêye. Erê zarokên min hene lê ezê jî li peyî wan de biçim.”
Mele Necmettin Îlhanê 39 salî ku bavê 2 zarokane êdî tehmula wî li hember êrîş û qirkirinên DAIŞ’ê nemabû berê xwe da Kobanê û tevlî berxwedana Kobanê bû. Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de di 8’ê cotmehê de Necmettin jiyana xwe ji dest da. Necmettin bi xwe ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye, di Şaredariya Êlihê de dixebitî. Necmettin berê rêveberê Komeleya Oldarên Êlihê (DA-DER) ê bû. Hevjîna Necmettin Laleş Îlhan a 33’ê salî çîroka jiyana hevserê xwe wiha tîne ziman: “2 birayên wî beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Ji ber tundiya dewletê malbata wan neçar maye koçî aliyê tirkiyê bikin. Malbat di aliyê Tirkiyê de çune li cihên weke Yozgat, Sêwas, Îzmîr û herî dawî hatine li navçeya Bismîl ya Amedê bicîh bûne.”
‘Her dem hevserê min din ava tekoşînê debû’
Laleş diyar kir ku berî niha 7 sal ew bi Necmettin re zewicîne û wiha got: “Dema ku em zewicîn, em hatin li Êlihê bicîh bûn. Despêkê keçek ya me çêbû, me navê wê kir Rojbîn. Rojbîn niha 6 saliye. Paşê lawek me çêbû û me navê wî jî kir Şêrzan. Ezê heya dawiyê girêdayî tekoşîna hevserê xwe bimînim. Necmettin ji bo azadiya min û zarokên min çu bedena xwe da tang û topan. Ezê jî di rêya wî nîşan dayî de biçim. Min gelek ji hevserê xwe hezdikir. Tenê rojekê jî wî dilê min ne şikand. Her dem hevserê min din ava tekoşînê debû. Hevserê min ji tuştekê gav paşde ne avêt. Berî niha mehekê ez emelyat bûm. Wî dixwest biçe Pirsusê. Lê ji ber ez nexweşbûm min ne dixwest biçe. Lê paşê bêyî min çu. Derbazî aliyê Kobanê bû l imin geriya û diyar kir ku dê 5 rojan nobetê bigire û paşê vegere.”
‘Tucarî bêmafî ne dipejirand’
Laleş da zanîn ku hevserê wê gelek rastbû û tucarî bêmafî li kesê nedikir û wiha domand: “Her demê rastî digot. Ez gelek girêdayî wî bûm. Dema ji malê derdiket min bêyî wî nedikarî tuştekê bikim. Min digot min û zarokên min tenê nehêle. Di rojên dawiyê de weke k udi hindirê min de hîsek yê wendakirina wî hebû. Ji ber wê jî gelek caran ez lêgeriyam lê bersiva min neda. Zarokên min dixwestin li gel bavê xwe xebardin. Lê ji ber hevserê min bersiv nedida telefona xwe zarokên min digiriyan. Ez jî giriyam. Serêsibê ez li MEYA-DER’ê geriyam lê ji bom in negotin şehîd ketiye. Ji bom e gotin birîndare. Ez hema rabûm çum min got rastiyê ji bom e bêjin. Paşê jî ez ji helwestên wan hînbûm ku şehîd ketiye.”
‘Ezê di rêya hevserê xwe de biçim’
Laleş destnîşan kir ku hevserê wê di rêyek ya hez dikir de çu û wiha berdewam kir: “Ew di rêyek ya pir jê hez dikir de çu û şehîd ket. Parastina Kobanê deyînê situyê her kesêye. Erê zarokên min hene lê ezê jî di rêya hevserê xwe de biçim. Li wê ciwanên me bedenên xwe dane tank û topan… Kobanê namusa her kesêye û divê her kes li vê tekoşînê xwedî derkevin. Necmettin şehîdê Kobanê, gel, gerilla, min û zarokên mine. Necmettin ji bo azadiya min û zarokên min bedena xwe da ber guleyan. Ezê jî di rêya ku wî nîşa me dayî de biçim.”
‘Lawê min bû şehîdê Kurdistanê’
Dayîka Necmettin Îlhan Nuriye Îlhan jî anî ziman ku ew bi lawê xwe serbilinde û wiha got: “Min 6 zarokên xwe bê bav li koçberiyê mezin kirin. Min rêya Kurdistanê nîşa wan da. 2 lawên min din ava refên gerilla denin. Necmettin jî çu û beriya wan şehîd ket. Serê min bi şihadeta lawê min bilinde. Ez gelek sipasiya gelê Êlihê dikim. Wan ez bi tenê nehêlame. Di merasîma cenazeyê Necmettinê min de 40 hezar welatî beşdarbûn. Ez serbilindim ku lawek yê min jî tevlî karwanê şehîdan bû. Ez şanazim ku hem dayîka gerilla û hem jî dayîka şehîdame. Ez bi serbilindî din ava gel de digerim. Lawê min bû şehîdê Kurdistanê.”
‘Tenê sebebê qirkirinaan Tayyip Erdogane’
Dayîka Nuriye êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê şermezar kir û got: “Divê hemû ciwanên me li hemberî vê zilmê şiyar bin û Kobanê biparêzin. Divê gelê me bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Dê Kobanê nekeve. Bê xwestin divê bi şev û roj jibo wê şer bê kirin. Divê her kes li cihê ku lêye şer bikin. Tenê sedema van qirkirinan Erdogan e. Divê her kes ruyê van yê rastî bibînin û lig ora wê tevbigerin.”
(zt)

