Belavkarên rojnameyan sînoran nasnakin
10:17
JINHA
RIHA - Belavkarên rojnameyan Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ji welatiyên nobeta berxwedanê li sînorê Pirsûs û Kobanê dikirin digerin û rojnameyan belava dikin diyar kirin ku hişmendiya hevalê wan Kadrî Bagdu qetilkirin û çeteyên DAIŞ'ê yek e.
Belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê her roj bi biryar li 30 km sînorê digerin û ji welatiyên li sînor nobeta berxwedanê digirin rojnameyan radigihînin. Belavkarê bi navê Mustafa Denktaş, diyar kir ku xebata dikin girêdana bîranîna Kadrî Bagdu yê li Edeneyê dema rojname belav dikir hate qetilkirin e. Denktaş, anî ziman ku ew dê ala Bagdu ya ji wan re hiştî heya dawiyê bilgirin û dê vê peywira pîroz bidomînin.
Kesên Bagdu qetilkirin bi hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê re yek in
Denktaş, da zanîn ku ji ber Bagdu rastî ji gel re ragihandin hate qetilkirin û çi be bila bibe ew dê li pey rastî û heqîqatan biçin. Denktaş, bilêv kir ku hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşê li Kobanê dikin û Bagdu qetil kirin wekhev e û wiha got: "Li erdnîgariya 'Generalên biçûk ên Apê Musa' lê dijîn nemimkûne çeteyên DAIŞ'ê serbikevin. Serkeftin dê ya zarok û generalên Apê Musa yên li Kobanê ber xwe didin be."
Nûçeya rast û dûrist li her derê ye
Dentaş, destnîşan kir ku rastiyan ji gel re ragihandin perçeyeke berxwedana Kobanê ye. Denktaş, anî ziman ku ji welatiyên li nokteyên cuda nobeta berxwedanê digirin nûçeyên rast û dûrist ragihandin piştgiriya berxwedanê ye.
Welatiyên li çeperan rojnameyan dixwînin jî diyar kirin ku rastî ji gel re ragihandin peywireke pîroz e û kesên vê yekê dikin kedeke gelek bi qîmet didin û belavkarên çapemeniya azad pîroz kirin.
(zt)

