Li Kobanê pirsgirêka bijîşk û derman heye

11:36

JINHA


KOBANÊ –Piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kantona Kobanê kirin 3 nexweşxaneyên li bajêr jî bûn hedefa bombe û êrîşan. Ji ber vê yekê li bajêr pirsgirêkên tendûristiyê tênjiyîn. Ji ber şerê dijwar hem pêdiviya bijîşkan hem jî pêdiviya bidermanan heye. Lê li gel hemû kêmasiyan jî 4 bijîşk şev û roja xwe dikin yek û birîndar û nexweşan tedawî dikin. Yek ji bijîşkên ku ji destpêkê heya niha Kobanê neterikandiye Welat Xelîl Omer e û dibêje pirsgirêkên cidî hene. Welat diyar kir ku ew ancax birîndarên sivik dikarin derman bikin.


Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 3 nexweşxaneyên ku li Kobanê hebûn jî rastî êrîşa bombebaranê hatin. Niha her 3 nexweşxane jî nayêne bi kar anîn. Her roj bi dehan hemwelatî û şervanên YPG/YPJ’ê birîndar dibin û nexweşdikevin. Lê tenê 4 bijîşk li Kobanê hene. Maleke ku 2 odeyên wê hene niha wek nexweşxaneyê tê bi kar anîn. Bijîşkê bi navê Welat Xelîl Omer ku ji destpêkê ve Kobanê neterikandiye dibêje ji 3 payan 2 hemwelatiyên sivîl in têne nexweşxaneyê. Welat diyar kir ku nexweş bigelemperî jin û mêrên extiyar û zarok in û got ku ne tenê hejmara bijîşkan têr dike ne jî derman.


‘Tenê em birîndarên sivik derman dikin’


Piştî êdî hewa berbi sermayê ve diçe û demsala payizê dest pê kir, şîkayetên nexweşiyan jî zêde dibe û hejmara nexweşan jî zêdetir dibe. Welat dibêje ku ji ber şer û pevçûnên mezin hene ji hêla xwarin û vexwarinê ve jî hemwelatî pirsgirêka dijîn û ev yek jî li ser tendûristiya wan bandor dike. Welat wiha got: “Livir tenê em şervanên birîndar derman nakin. Nexweş û birîndarên sivîl jî pir in. Di rojên dawî de jin û mêrên extiyar û zarok gelek serî li nexweşxaneyê didin. Lewre hewa êdî ber bi sermayê ve diçe demsal diguhere. Dîsa ji ber ji hêla xwarin û vexwarinê ve pirsgirêk hene jî pirsgirêk tên jiyîn. Li vir li gel hemû bêderfetiyan jî tiştên ji destên me tê em dikin. Gelek nexweşên ku tên ji me xwarinê dixwazin; lê ew derfetên me ku em xwarinê bidin wan tune ne. Tenê em li vir birîndarên sivik derman dikin.”


‘Pirsgirêka derman pir e’


Welat balkişande ser kêmasiya derman jî û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Derman pir kêm e. Çend roj berê hin alîkariya derman ji me re hat lê ev pêdiviyan pêşwazînake. Ji 3 para parek ancax şervan in yên tên nexweşxaneyê. Yên din tev sivîl in. Her yek ji wan nexweşiyên wan yên cûr be cûr hene. Li cem me jî dermanên van nexweşiyan tune ne. Niha livir em 4  bijişk nexweşan derman dikin û hejmara me pir kêm e. Bijîşkên me yên profesyonel jine çarî ji bajêrderketin. Wek nexweşxane jî em xaniyekî duodeyên wê hene bi kar tînin. Li odeyekê em nexweşan derman dikin li odeya din jî em eliyatê pêktînin. 3 nexweşxaneyên me hebûn her 3 jî hatin bombe kirin.”


 


Welat anî ziman ku derfetên wan yên nexweşandi bin muşahedeyê de bigirin jî tune ne û wiha got: “Cihê me biçûk e. Ji ber vê yekê piştî em nexweşan tedawî dikin an jî em eliyat dikin di navaba jêr de em wanli hin malan bicih dikin. Dermankirina wan êdî li wan malan berdewam dike.” Welat careke din bal dikişîne ser hemwelatiyên sivîl û dibêjeji 10 hezaran zêdetir sivîl li bajêr hene. Welat dibêje ku li gel nexweşiyan yên ku bi parçeyên topên hawanan birîndarbûne jî pir in.


10 kes jiberli derî hatinrawesitandin mir in


Welat bibîrxist ku ji ber dewleta tirk dem dem Deriyê SînoryêKobana Serxet (Murşîtpinar) li nexweşan digire dikevin tengezariyê û wiha axaftina xwe domand: “Heya îro ji ber derî derengve bû an jî nehat vekirin 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber xwîn zêde ji laşê wan çûn jiyana xwe ji dest dan. 6 jivan şervanên YPG û YPJ’êbûn, 2 ji wanşervanên Artêşa Azad bûn 2 jî sivîl bûn. Birînên wan giranbûn û diviyabû zû emeliyat bibin; lê ji ber 5 saetan hatin rawesitandin li ser sînor şehîd ketin.”


Welat di dawiya axaftinaxwe de xwest ku deriyê sînor bê navber vekirî be û wiha got: “Ger ev derî vebe û gelê me yê bakur jî piştgirî bide me, hevalên me yên bijîşk werin alîkariya me, em ê gelek pirsgirêkan hêsantir çareserbikin. Ji xwe tenê em kesên birînên wan giran bin û derfeta me ya dermankirinê tune be dişînin bakur.”


(ag/zt)