Leşkeran Endama MYK ya DBP’ê Semra Demir giran birîndar kir

11:56

JINHA


RIHA -Leşkeran bi bombeyên gazê, êrîşî girseya ku li ser sînorê Kobanê di çalakiya berxwedanê de bûn kirin.Di encamê êrîşêde Endama MYK ya DBP’ê Semra Demîr a bombeya gazê serê wê ket bi giranî bîrîndarbû.  Hat diyar kirin ku tehlikeya jiyana wê hîna berdewam dike.


Ji bo destek dayîna berxwedanê Kobanê  li ser sînor êrîşê leşkeran yê gundê Mehserê û piştre bi dirêjahiya 30 km sinor li gundê Henêrk û Boydê dewam kir. Li ser mûdaxeleya leşkeran li gundê Mehserê, bi bombeyên gazê ser çalakgiran, Endama MYK ya DBP’ê Semra Demîr bi îsabet kirina bombeyê gazê li serê wê bi giranî birîndarbû. Li ser vê yekê Semra rakirin Nexweşxanê Mehmet Akîfînan û hate gotin ku tehlîkeya wê ya jiyanê heye.


Piştî êrîşê leşkeran li gundê Mehserê li ser çalagiran û valakirina gund,walatiyên ku ji Sîrt,Wan û Erzurumê berê xwe dabun gundê Henêrk û Boydê ya sînor  xwastin çalakiya berxwedanê li wir bidomînin dîsan rastî êrîşek dijwar hatin. Ji buna ku gund ji çalagiran vala bikin, gund di nava dûya bombeya gazêde fetisandine.


Hate diyar kirin ku Semra ya ku bi giranî birîndar bûye, saetên roj de dema dihate Pîrsûsê , ji aliyê tîmên taybet ve hatiye rewastandin, bi orgenîze kirina çalakiya nobetê ve berpirs hate girtin. Hate îdîa kirin ku di mesafetek nêzde û bi hedef girtinê hatiya pêkanîn, ev herdû mijar ji hev qûte hate îdîa kirin.


 (rt/zt)