Bêgirti Talabanî Biryara naskirina kantonên Rojava gelek giringe
12:11
JINHA
HEWLÊR- Parlamenter û Seroka fraksyona YNK’ê Bêgerd Talabanî li parlamentoya Herêma Kurdistanê da diyar kirin ku biryara naskirina kantonên Rojavayê Kurdistanê deriyek gelek girînge ji bo rojava. Bêgirt ragihand ku naskirina kantonan raste rast wê were bi cîhkirin.
Parlamentoya herêma Kurdistanê piştî guftugoyên 13 seatan duh bi şev biryara naskirina kantonên Rojavayê Kurdistanê da. Li ser vê yekê Parlamenter û Seroka fraksyona YNK’ê Bêgerd Talabanî ji RojNewsê re axivî. Bêgirt da diyarkirin ku biryara parlamentoyê rasterast bi cihkirina desthilatdariyê ye û wiha got: “Piştî ev biryar di rojnameyê de hat belavkirin, wê bi fermî bikeve meryetê. Raste piştî îmzeya serokatiya herêmê dikeve meriyetê, lê ev biryar pêwîstî bi îmzeya Serokê Herêma Kurdistanê nake.”
Bêgerd Talabanî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li parlamentoyê çi biryar derbikeve, pêwîstî bi îmzeya Serokê Herêma Kurdistanê heye, lê ev biryar raste raste tê bi cîh kirin.
(zt)

