Jinan li çinarê rê li tirafîqê girtin

14:32

 JINHA


AMED - Bi mebesta protestakirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kobanê û destekên AKP'ê yên ji bo DAIŞ’ê jinên Çinarê riya di navbera Amed û Mêrdînê li tirafîkê girtin.


Hevşaredara Çinarê Rûkiya Eryilmaz û aktîvîstên DOKH'ê jî di navê de gelek jinên navçeya Çinarê a Amed, bi mebesta portesto kirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ser Kobanê û desteka hûkûmeta AKP'ê ji çeteyan re rê li tirafîkê girtin. Jin li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û ji wê bi tilîlİî û çepikan ketin riya Amed û Mêrdînê. Jinan di çalakiya xcwe de pankartên  weke"Ji Zîlanan berbi Berîtanan, ji Berîtanan berbi  Viyanan, ji Viyanan berbi Sareyan, ji Sareyan berbi Arînan li Kobanê dîroka berxwedanê nivîsandin" vekirin û rê li tirafîqê girtin.


‘Jinên li Şengal û Kobanê çîbin jinên ku li Çinarê dijîn jî ewin’


Ajokarên tirimbêlan jî korna lêdan û destek dan çalakvanan. Di çalakiya ku 5 deqan domand de hevşaradara Çinarê Rûkiye Eryilmaz axivî û got: "Di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jin û zarokên kurd tên qetil kirin û bang li AKP'ê kir da ku piştgiriya xwe bibire" Rûkiye daxwez kir ku korîdora alikariyê vebe û gotinên serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ya "Çi eleqeya Kobanê bi Amedê heye" bi bîr xist û wiha berdewamî da gotinê xwe,"Jinên li Şengal û Kobanê çîbin jinên ku li Çinarê dijîn jî ewin."


Rûkiye wiha dirêjî da gotinê xwe ,"Pêwîste dewleta Tirkiyê nêzîkatiya xwe li hember Kobanê û kurdan ber çavan derbasbike. Êdî pêwîste AKP'ê dev ji destek dayina çeteyan berde, jinên kurd û gelê kurd vê helwestê napejrîne. Heya ku AKP'e destê xwe ji destek dayina çeteyan nekşîne û Kobanê rizgar nebe, emê li hember polîtîkayên tûne kirinê, çalakiyên xwe yên li qadan  bidomînin.”


Jinan piştî axaftina Rûkiye rê ji tirafîkê re vekir û çalakiya xwe bi dawî anîn.


(rt/zt)