Welatî ber bi gundê Mehserê ve diherikin
14:56
JINHA
RIHA - Nobeta berxwdanê ya li ser sînor bênavber didome, leşkeran şevê din bi bombeyên gazê êrîşî ser berxwedêrên gundê Mehserê kiribûn. Îro gelek welatî ji bo tevli nobetêçin gund.
Li ser sînorê Pirsûsê ev meheke welatî bênavber nobeta berxwedanê didomînin. Leşker şevê din bi wesayîtên zirxî û bimbeyên gazê êrîşî ser berxwedêrên gundê Mehserê kirin. Di êrîşê de endama MYK'ê ya DBP'ê Semra Demîr bi giranî birîndar bû û ligel vê êrîşê jî gel dest ji çalakiya xwe berneda. Welatiyan bertek nîşanî birîndarkirina Demîr dan û ji seatên serê sibê ber bi gund ve bi rê ketin.
Bi sedan welatiyên ku ji Wan û Êlihê gihîştin gundê Mehserê ji hêla welatiyan ve bi pankarta "Kobanê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û dirûşmên "Kujer DAIŞ hevkar AKP" û "Bijî berxwedan YPG/YPJ'ê" pêşwazî kirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ku rastî êrîşa leşkeran hatibû Muzbet Tekîn got ku ev berxwedana nobetê heta Kobanê azad bibe û çete bên tunekirin dê bidome û wiha axivî: " Divê hemû gelê me û di serî de hemû jin bên ser sînor. Li vir her roj êrîşî ser gelê ku mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne dikin. Li aliyê din jî ciwanên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Îro ne roja rûniştinê ye, îro roja berxwedanê ye."
(zt)

