Ji bo çek dayîna YPG’ê armanc komkirina 100 hezar îmzaye!
15:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Kampanyeya îmzayan ya ku ji bo dayîna çekan bo YPG’ê ji aliyê Saraya Sipî ve hatî despêkirin berdewam dike. Ji bo ev taleb bê pejirandin pêdivî bi komkirina 100 hezar îmzayan heye. Heya niha 43 hezar û 805 îmza hatine berhevkirin.
Kampanyeya îmzayan ya ku ji aliyê sîteya înternetê ya Saraya Sipî ya li Paytexta Amarîka Washington ê ji bo çekdayîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin hatiye despêkirin berdewam dike. Kampanyeya îmzayan ya k udi 6’ê cotmehê de despêkirî berdewam dike. Kampanyeya îmzayan ya hatî d espêkirin ji bo ku çek bê dayîna YPG’ê li benda komkirina 100 hezar îmzayane. Kampanyeya îmzayan ya ji bo piştevaniya berxwedanê bedewam dike. Heya niha 43 hezar û 805 îmza hatine komkirin. Ji bo ku çek bê dayîna berxwedana Kobanê pêdivî bi 56 hezar û 195 îmzayan heye.
Yên bixwazin beşdarî kampanyeya îmzayan bibin û ew jî îmzayekê beşdarî kampanyeya berxwedanê bikin bila xwe bigihînin navnîşana "https://petitions.whitehouse.gov/petition/officially-arm-peoples-protection-unit-ypg-syria-defend-isis-destroying-kobane-community/MqkGM32Y" û bi rêya vê navnîşanê îmzayê bidin.
(zt)

