DAIŞ'ê topan davêje deriyê Murşitpinarê

15:21

JINHA


KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê ji bo ku deriyê sînor ê di navbera Koban û Pirsûsê de bigrin hawanan davêjin herêma derî. 5 top li aliyê Pirsûsê ket.


Çeteyên DAIŞ'ê ku ev zêdetirî mehekê bênvber êrîşî Kobnaê dikin, aliyê rojhilatê bajarê Kobanê topbaran dikin û bi taybet devera deriyê sînor ê Murşitpinarê. Hat zanîn ku heta niha 5 top li aliyê Pirsûsê ketine.


Beriya niha çeteyên DAIŞ'ê gelek caran êrîşên dijwar li dijî herêma deriyê sînor pêk anîn bûn û hewl didan derî bidest bixin da ku kobanê ji 4 aliyan ve dorpêç bike û derheqê hezaran welatiyên sivîl ên li bajar komkujî û qirkirinan pêk bînin.


(zt)