Li Erdîşê ser gelek mal û dibistanan de girtin û gelek kes binçav kirin

16:52

JINHA


WAN- Li Erdîşê piştî çalakiyên piştevaniya berxwedan Kobanê, vê carê ji aliya polîsan ve sergirtina mal,dibistan û binçav kirin despêkir.


7'ê Cotmehê bi mebesta êrîşên ser Kobanê şermezar bikin, li navçeya Erdîşê ya Wanê çalakiyên protestoyî pêk hatibûn. Ji wê demê heya niha bê navber heya îro saetên sibê jî, polîsan li ser gelek malan û dibistana de girtin. Hate zanîn ku walatiyên hatine binçav kirin, piraniya wan zarokin. Hate gotin ku yên hatine girtin birin Mûdîryata polîsan ya Erdîşê.


Ji aliyê dinê jî din ava kolanan de polîs lêgerîna nasnemeyam dikin. Welatiyan nerazîbûnên xwe yên di derbarê helwesta polîsan ya lênêrîna nasnameyan dan û diyar kirin ku ev helwest dişibin kirinên salên 90’î. Her wiha polîsan li ajokarên wesayînan jî çel rast kirin û tundî li wan kir. Dema ku rojnemegerên DİHA Û JİNHA'ê jî nûçe dişopandin bûn hedefa tehdîdên polîsan.


(rt/zt)