Jinên Kobanê li benda roja vegera ser axa xwene

09:32

Beritan Elyakut-Perihan Kaya/JINHA


RIHA – Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe û çekên giran ji bo Kobanê bi dest bixe êrîş kirin, lê bi berxwedana YPG/YPJ’ê ev hewildanên wan hatin valaderxistin. Jinên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyan neçarmane Kobanê terikandine hatine ser sînor vêcarê jî bûne mexdurê şideta leşkerên tirk. Ji ber wê jî dixwazin demak ji ya dinê zutir vegerin Kobanê.


Jinên ku neçarmane ji ber çeteyên DAIŞ’ê Kobanê terikandine hatine ser sînor ser sînor çî jiyan kirine vedibêjin. Ji jinan Nesrîn Hemo diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyên dAIŞ’ê ew neçarmane gundê xwe derk kirine û got: “15 rojan em ser sînor man ji ber wê bendêmayînê gelek kesên birîndar jiyana xwe ji dest dan. Ew qas dema em ser sînor li benda derbasbûnê bûn ne av ne jî xwarin nedan me. Leşkerên tirkan destur nedida alîkarî bê aliyê me. Em derbazî aliyê tirkiyê bûn, lê tuştek nehat guhertin heman tuşt leşkerên tirk û dewleta tikr bi serê me tîne.


‘Şervanên YPG/YPJ’ê tenê çeka wan û dilê wan yê mezin heye’


Nesrîn da zanîn ku şervanên YPG û YPJ’ê ji bo gelê Kobanê canê xwe feda kirine. Nesrîn lanet li çeteyên DAIŞ’ê barande û destnîşan kir ku mafê kesê nîne vê wehşiyetê bi serê kesê bîne û wiha got: “Li hemberî çekên giran û wehişiyeta çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPG/YPJ’ê bi çekên xwe û dilên xwe yên mezin berxwedanek mezin dide.” Nesrîn anî ziman ku ji ber wê jî dê tucarî Kobanê nekeve û wiha domand: “Em ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên li hemberî şerê çeteyên hov berxwedanek mezin didin çekên giran dixwazin. Ji xwarinê zêdetir niha pêdiviya wan bi çekên giran û vekirina korudorê heye.”


‘Ji ber deriyê sînor ne vekirin birîndarên birînên wan sivik jî bû jiyana xwe ji dest dan’


Jina bi navê Fîrîz Huseyîn jî kîna xwe ya li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê wiha tîne ziman: “Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê em ji gund derbazî nava Kobanê bûn. Lê li wê jî ji ber êrîşên çeteyên hov bi alîkariya şervanên YPG û YPJ’ê zarok, kal û jinên ducanî derbazî aliyê sînor kirin.” Fîrîz derbirî ku leşkerên tirk nehêlane ew sînor derbaz kin 15 rojan ew li ber sînor tî û birçî hêlane û wiha berdewam kir: “Gotin hun mêvanin, lê weke wan mêvan nayên pêşewazî kirin. Hinek birîndarên di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de birîndarbûyî  li gel mebûn. Birînên wan ne giran bûn, lê ji ber em 15 rojan li ber sînor hêlan wan ciwanên birîndar gelek xwîn wenda kirin û jiyana xwe ji dest dan.”


‘Ya ku DAIŞ’ê bi serê me aniyî tirkan jî heman tuşt bi serê me anî’


Fîrîz derbirî ku DAIŞ’ê çî bi serê wan aniyê li vêderê dewleta tirkiyê jî heman tuşt bi serê wan anîne û wiha pêde çu: “Em hatine vêderê heya niha em perîşanbûn. Ev 10 rojin me çayek ne vexwariye. Em dixwazin carekedinê vegerin ser saxa xwe. Ev der ne weke axa me ya raste. Tenê ji bo ku em ser axa xwe azad jiyan bikin şervanên YPG û YPJ’ê canê xwe feda dikin. Divê hemû ciwanên Kobanê ji bo axa xwe li hemberî DAIŞ’ê şer bikin û desturê nede derbasbûna wan. Her dem şehîdên me tên. Ez weke dayîkeke êdî naxwazim rondikên çavê dayîkan bibarin. Divê pêşiya van şer û qetilkirinan bê girtin. Divê ji bo rawestandina van qirkirinan Koalisyon çekên giran bidin YPG/YPJ’ê.”


‘Dê zarokên min bi şervanên YPG û YPJ’ê re mezin bibin’


Jina bi navê Mehîbe Osman jî diyar kir ku dema nû çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Kobanê kirî wan birayara kes ji ser axa xwe dernekeve dabûn, lê ji ber zêde top di danîn nava bajê ew neçar man axa xwe biterikînin û wiha got: “Em hatin ser sînorê Tirkiyê lê 10 rojan em di sînor de hêlan. Her çendî ez ser sînor bûm lê hiş û aqilê min li piş min mabû ji ber me nedixwest em axa xwe biterikînin. Bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê em bawerin emê carekedinê vegerin ser axa xwe. Ji ber wan bi çekên sivik şer dikirin li gel wê jî destur nedan DAIŞ bikev Kobanê û dê tucarî jî desturê nedin.” Mehîbe da zanîn ku heta mirovên bi cesaret di Kobanê de hebin dê tucarî Kobanê nekeve. Mehîbe destnîşan kir ku ew bi hêvîne dê vegerin ser axa xwe zarokên xwe li ser axa xwe li gel şervanên YPG/YPJ’ê mezin bikin.


‘Dema ku Kobanê bikeve dê herî zêde Tirkiye wendabike’


Mehîbe anî ziman ku balefirên koalisyonê diçin cihên vala bombe dikin û wiha domand: “Em êdî rastiyan dibînin. Bila êdî dest ji polîtîkaya xapandina kurdan berdin.” Mehîbe derbirî ku Tirkiye bi alîkarîdayîna DAIŞ’ê xwe di avêje nava agir û wiha berdewam kir: “Dema ku Kobanê bikeve dê herî zêde hikumeta tirkiyê wenda bike. Ji ber alîkarî dayîna van cenaweran kes dê wan ji nava agir xilas nekin û alîkariya wan nekin. Divê êdî her kes ji van hovan re bêjin bese. Divê Tirkiye jî êdî ji bo Kobanê korîdora alîkariya mirovî veke.”


(zt)