'Ez ji dengê zarokên xwe dizanim ku ew mezin bûne'
12:23
Sevcan Atak/JINHA
İZMİR – Şîrîn Paksoy di ciwaniya xwe di ji ber tundiya ser gundê wan li gel malbata xwe gundê xwe terikandin û çun wargeha Mexmûrê. Di salên 1990’î de Şîrîn bûye mexdurê îskenceyan. Şîrîn di demên zor de şahidî ji birçîna mirina zarokên xwe re kiriye. Şîrîn dema ku ji penaberiyê vegeriyaye ser axa xwe jî bi sucê ‘Endama rêxistinê’ hatiye sucdar kirin û girtin. Dema ku Şîrîn kete girtîgehê jî di girtîgehê de hat sirgun kirin. Şîrîn ji Girtîgeha Sêrtê sirgunî Girtîgeha Şekranê hat kirin ji ber rewşa aborî zarokên wê nikarin biçin serdana wê û ev 2 salin Şîrîn zarokên xwe nedîtiye. Şîrîn tenê hefê carekê di telefonê de dengê zarokên xwe dibihîse. Şîrîn dibêje: “Ez ji dengê zarokên xwe dizanim ku ew êdî mezin bûne.”
Her jina ku ser erdnîgariya Kurdistanê dijî xwediyê çîrokeke biêşe. Salên 1990’an yên bi îskenceyê tê nasîn ku jinên kurd ji ber trajedî û îskenceya dihat jiyan kirin neçar diman axa xwe berdin û koç bikin niha jî jinên êzidî heman tirajediyê dijîn û neçarî koçberiyê dibin. Şîrîn Paksoy ya kul i navçeya Qolabana Şirnexê jiyan dikir ji ber îskenceya heyî neçar ma li gel malbata xwe ji warê xwe koç bikin. Şîrîn li gel malbata xwe diçe wargeha penaberan ya Mexmûrê. Tuştên ku jinên kurd yên weke Şîrîn di salên 1990’î de jiyan dikirin îro ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jinên êzidî jî heman tirajediyan jiyan dikin. Şîrîn di çîroka xwe ya penaberiyê de zoriyên jiyan kirine ji birçîbûn û tîna çî jiyan kirine vedibêje. Şîrîn derbirî ku PKK’ê wan ji hemû zoriyan xilas kirine. Ew hemû êşên ku Şîrîn li penaberiyê jiyan dikirin têrnedikir vêcarê jî dema Şîrîn vegeriyaye ser xaka xwe ji doza siyasî hat girtin. Şîrîn ya ku dayîka 2 zarokane niha li Girtîgeha Şakranê girtiye. Şîrîn hem jiyana xwe û hem hesreta zarokên xwe vedibêje.
‘Ji ber tundiya cerdevanan koç kirine’
Şîrîn li gundê Repin yê Qilabana Şirnexê hatiye dinê. Di sala 1995’an de zewiciye. 2 keçikên Şîrînê hene. Hîna keça Şîrîn ya biçuk di landikê debû hevjînê wê li herêma Bilkan ya Çiyayê Cudî di pisuyek ya leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Şîrîn bi tena serê xwe bi zoriyên giran zarokên xwe mezin kiriye. Di sala 2009’an de bi îdiaya ‘endama rêxistinê ye’ hatiye girtin. Şîrîn her 2 keçikên xwe li gel dayîka xwe ya kul i bajaroka Şêgirkê dijî hêlaye û diya wê li her 2 keçikên wê dinêre. Ev 6 salin Şîrîn di girtîgehê dene. Şîrîn diyar kir ku keçikên wê ji rewşa diya xwe gelek bandor bûne. Şîrîn da zanîn ku ji ber zarokên wê gelek bi wê ve girêdayîne û gelek bêriya wê dikin di her axaftina telefonê de keçikên wê dibêjin “Dayê tu dê kengê bê.”
‘Dayîka ku ji zarokên xwe re şekir di anî hat darb kirin’
Şîrîrna hemû jiyana xwe dibin tundiya dewletê de derbaskirî wiha qala zoriyên jiyana xwe dike: “Her dem leşkeran êrîşî ser gundê me dikirin û îskence l ime dikirin. Di sala 1993’an de cardin êrîşî ser gundê me kirin û xwesin em bibin cerdevan. Tundiya ser gundê me kirin di heman demê de ser gundên derdor yên weke gundê Mijîn jî kirin. Lê Gundê me û derdora me cerdevanî ne pejirandin. Bi mehan embargo danîn ser gundên me. Wê demê jinek pîr ji gundê Mijîn ji ber zarokên wê birçîbû diçe Qilabanê ji bo tuştek yê xwarinê ji bo zarokên xwe bîne. Dema ku wê jina temen mezin hinek şekir xistibû berîka xwe ji bo bibe ji zarokên xwe re leşkeran ez şekir dît. Leşkeran we dayîka temen mezin darb kirin û ew şekirên ji berîka wê derxistin avêtin erdê. Me gelek bûyerên weke vê yên bi êş jiyan kirine. Ji ber me li hemberî van tundiyan nekarî em jiyan bikin bi awayê qebîle, qebîle me berê xwe da riya çiyê. Weke Êzidiyên ku niha berê xwe dan riya çiya û xwe di çiyan de parastin, me jî berê xwe da rêya çiya.”
‘Bedena zaroka wê bi parçeyên topa hewanê parçebû’
Şîrîn da zanîn ku dema ew li sînor re derbos dibû leşkerên tirk bi çekên giran û topan êrîşî wan dikirin û wiha domand: “Em şev derengiya şevê li sînor re derbasbûn. Leşkeran ser me de gule dibaranin û top di avêtin herêmên em têre derbas dibûn. Bi qêrîn û hewar me nedizanî emê ku de biçin û çî bikin tenê em di qêriyan. Wêdemê bi gulebarana leşkeran gelek kes birîndarbûn. Paşê gerilla bi hewara me hatin û xwe gihandin me. Lig ora d erfetên xwe birîndarên me derman kirin û em li cihên bi ewle bi cîh kirin. Em birin herêma Bihêrê ya girêdayî Kurdistana Federal.”
‘Me giyayê derdorê kom dikirin û dikirin xwarin’
Şîrîn destnîşan kir kul i gel ku ew çune ser axa PDK’ê jî lê ji derveyî PKK’ê kesê pirsa wan nekiriye û alîkariya wan nekiriye. Şîrîn derbirî ku her çendî ku ew ji Tirkiyê derketibûn jî lê cardin balefirên şer yên Tirkan ser kampa wan re difiriyan û di aliyê derunî de ew nerehet dikirin û wiha berdewam kir: “Demdirêj ji derveyî hevalan kesê pirsa me nekir. Lê ji ber derferên wan jî bi sînorbûn têra me nedikir. Piştî demekê Netewên Yekbûyî hatin pirsa me kirin. Her çendî ku soza dayîna erzaq dan jî lê demdirêj tuştek nehat. Me giya kom dikir û bi wê xwarin çêdikir. Me li hemberî bê eleqebûna NY û PDK’ê çalakî kir. Me got heger em ji birçînan bimirin jî bi la em bi mirinek watedar bimirin. Piştî 20 rojan kêm jî be hinek erzaq anîn.”
‘Bi despêkirina zivistanê û hewaya sar re gelek zarok mirin’
Şîrîn anî ziman ku dema hewa sarbû û zivistanê despêkir êdî ji ber sermê mirina zarokan despêkir û wiha dom kir: “Me kon û betenî xwestin lê nedan. Me şevekê Bihêrê terikand û em derbazî herêma gerilla lê dima Bêrsîvê bûn. Wêdemê hijmara me nêzî 5 hezaran bû. Em nêzî 2 mehan li wê man lê li wê jî pirsgirêkek mezin ya avê hebû. Me ji golên biçuk pêdiviyên xwe yên avê dabîn dikir. Dema ku em ji Bêrsivê derketin me bûn 2 gurub. Gurubek çun Geliyê Qiyametê û guruba dinê jî çun herêma Ertuşê. Ji ber erdnîgariya Ertuşê ewqas nexweşbû guruba ku çuyîn li wê dixwestin bên li gel me yên em li Geliyê Qiyametê. Lê destur nehat dayîn ew bên li gel me. Ji ber wê jî din ava PKK û PDK’ê de şer derket. PDK’ê bi alîkariya Tirkan êrîşî me dikir. Gundên derdorê bi dizî carnan hinek tuştên xwarinê digihandin me. Me jî ew xwarin di veşarin ji bo ku zarokên me ji birçînan nemirin me di da zarokên xwe. Weke Êzidiyên ku PKK’ê wan ji êrîşên DAIŞ’ê rizgar kirin, wê demê PKK’ê em jî qurtar kirin. Gerilla hem pêdiviyên me dabîn dikirin û hem jî ji bo parastinê em li cihên ewle bi cîh dikirin. Bi van hewildanan dawiyê em gihan Mexmûrê.”
‘Ez ji dengê zarokên xwe dizanim ew mezin bûne’
Şîrîn bilêv kir ku piştî ewqas sal û zoriyan cardin vegeriya warê xwe vêcarê jî cardin ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî heman zoriyan hat û hat girtin û wiha got: “Dema ez hatim li Qilabanê di xebitîm. Weke dayîkekê her dem min ji bo aştiyê kar kiriye. Lê bersiva wê girtin, tundî û îskenceye. Ez di sala 2009’an de hatim girtin. Demekê li Girtîgeha Sêrtê mam. Paşê jî ez sirgunî Girtîgeha Şakranê kirim. Dayîka min li her 2 zarokên min dinêrin. Du lawên diyan min jî li çiyan jiyana xwe ji dest dane. Ez jî di girtîgehê deme. Dema ku ez li Girtîgeha Sêrtêbûm carnan min zarokên min dihatin hevdîtina min û min wan didît. Lê ji ber evder dure nikarin bên hem jî ewqas derfetên wan yên madî nînin bên. Ev 2 salin min zarokên xwe nedîtî. Ez heftê carekê bi telefonê li gel wan dipeyîvim. Dema kul i gel wan dipeyîvim ji dengê wan dizanim ku ew êdî mezin bûne.”
(zt)

