Bursa ku Sarah Deer qezenç kirî dê di lêkolînên li dijî tundiyê de bikar bîne
12:28
Carolîne MCKUSÎCK - Zehra DOGAN / JINHA
CALIFORNIA - Parêzera amerîkî Sarah Deer ji ber xebatên xwe yên der barê tundiya jinê de, yek ji bursên herî mezin ên cîhanê 625 hezar dolar, bursa MacArthur Dahî qezenç kir. Sarah bursa ku qezenç kirî dê di mijarên lêkolînê yên der barê jinên amerîkî yên xwecihî ku rastî tundiyê tên de bikar bîne.
Bursa MacArthur Dahî ya DYA ku ji hemû cîhanê serîlêdanan digre, îsal ji aliyê Parêzer Sarah Deer a ji qebîleya xwecihî Muscogee ya amerîkî ve hat girtin. Sarah a ku ji ber xebatên xwe yên gelên qebîleyên herêmî ku rastî tundiyê tên, bi daxwaza xebateke hîn mezintir ya der barê tundiyê de serî li Bursa Macarhur Dahî da bû.
Sarah da zanîn ku jinên ku herî zêde rastî tundiya zayendî tên, jinên ji gelên qebîleyên herêmîne û wiha got: “Polîtîkayên parastinê yên Amerîkayê ji ber ku ji bo gelên qebîleyên xwecihî ne der bas darin, sûcên zayendî derdikevin holê.” Sarah diyar kir ku ji ber van sedeman dê bursa ku qezenç kirî, di xebatên lêkolînê yên der barê jinên xwe cihî yên amerîkayî yên rastî tundiyê tên de bi kar bîne û wiha bilêv kir.
(aw)

