Li sînor jiyana komunal
12:38
JINHA
RIHA - Li Kobanê şervanên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî pêş dixin, welatên kul i sînor nobetê dijgirin j îli gundan jiyana komulan înşa dikin. Welatiyên ku bi gundiyan re hevre dijîn ji bo welatiyên ji Kobanê tên cih çêdikin, qadên jiyanê her roj paqij dikin û bihevre xwarinê çêdikin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê didome. Welatiyên li ber sînor nobetê digirin jî li gundan qada jiyanê înşa dikin.Welatiyên nobetê digirin bi gundiyan re jiyana havpar dihûnin û her roj derûdorê paqij dikin û di navar ojê de hemû karû xebatan bihevre dikin. Welatiyên ku li gundê Mehser û Miseynterê nobeta berxwedanê digirin çopên li gund bihevre top dikin xwarina sê danan bi gundiyan re çêdikin. Malên li gundê Miseynterê yên hilweşiyane jî bi heriyê cardin tên çêkirin. Jin û mêr bihevre xwarinê amade dikin û li gorî pêdiviyên welatiyan tên belavkirin. Welatiyên li hewşên malan têm ba hevdu stranên ji bo Kobanê distrên û skeçan çêdikin. Welatiyên nobeta berxwedanê digirin diyar kirin ku ew ê ruhê piştevanî û alîkaryî li hemû xeta sînor pêş bixin.
(rt/zt)

