Ji bo Kobanê endamên PJAK’ê dest bi gireva birçîbûnê kirin
13:26
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek ji endamên PJAK'ê, li bajarê Danîmarka Arhusê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.
Li gorî nûçeya ANF’ê Komek ji endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar bike û bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser herêmê, li bajarê Danîmarka Arhusê, desit bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Greva birçîbûnê ya îro danê sibê li ber Şaredariya Arhusê destpê kir, wê roja Yekşemê bi dawî bibe. Berdevkê PJAK'ê yê Danîmarkayê Mehdî Youssefî der barê grevê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dixwazin bi vê çalakiya xwe re bala raya giştî ya Danîmarka û tevahiya cîhanê bikşînin ser Kobanê.
‘Ji ber bêdengiya raya girti ya li hember Kobanê emê dest bi girteva birçîbûnê bikin’
Mehdî balkişand ser êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê û wiha got, "Kurd li Kobanê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê têkoşîna rûmetê dimeşînin. Lê belê cîhan li pêşberî vê bêdeng e. Bi qasî tê xwestin deng dernakeve. Em jî ji bo şikandina vê bêdengiya cîhanê, dest bi greva birçîbûnê dikin." Mehdî helwesta Tirkiyeyê ya der barê Kobanê de jî rexne kir û destnîşan kir ku divê korîdorek ji Kobanê re bê vekirin û wiha domand, "Di serî de alîkariya çekan girîng e alîkariya însanî bê kirin. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê divê her kes têbikoş e û ji bo Tirkiye têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re bibire, zext bê kirin."
(zt)
