Sersaxiyên ji bo Endama YPJ’ê Rojda Axîn berdewam dike
14:02
JINHA
TIRBESPIYÊ - Bi sedan welatiyên bajarê Tirbespiyê çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervana YPJ’ê Rojda Axîn ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest da, hatibû vegirtin û sersaxî ji malbata wê re xwestin.
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê , Qamişlo û Tirbespiyê li Qada Azadî kom bûn û ber bi konê sersaxiyê yê ji bo Fermendara YPJ'ê Rojda Axîn ve herikîn. Li kon merasîma sersaxiyê hat organîzekirin. Merasîm bi toreneke leşkerî ya ji aliyê şervanên YPJ'ê ve hate pêşkêşkirin, destpê kir. Piştre gelek axavtin hatin kirin. Wezîrê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, li ser navê TEV-DEM'ê Rûken, li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Welîda Botî û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Demhat Kobanê axivîn. Di axavtinan de hate gotin ku tekoşer Rojda bi şehadeta xwe bersiva nameya êrîşên hovîtiya çeteyên DAIŞ' ê da û hat zanîn ku xwîna Arîn û Rojda wê bibe ronakbîriya riya azadî û rizgariya gelan. Piştî axavtinan belgeşehadeta têkoşer hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.
Malbatê jî şihadeta keça xwe Rojda ji bo xwe û Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê kurd cihê serbilindî û serfiraziyê binav kir.
(zt)
