Jinên Bazidê êrîşa ser Semra Demîr şermezar kirin

14:27

JINHA


AGIRΠ- Aktîvîstên DOKH'ê êrîşa li hemberî Endama MYK'ê ya DBP'ê Selma Demîr ku bi giranî birîndar bû şermezar kirin û diyar kirin ku tacîz, tecawiz û şîdeta li hemberî jinan çand dewletê ye.

Aktîvîstên DOKH'ê yên navçeya Bazîdê ya Agiriyê êrîşa leşkeran a li sînorê Pirsûsê ya li hemberî gel û di êrîşê de Endama MYK'ê ya DBP'ê Selma Demîr bi giranî birîndar kirin şermezar kirin. Jinên li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev, hevşaredarên Bazîdê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr û gelek kesên din tevlî bûn. Li ser navê jinan Ozlem Arici daxuyanî xwend û diyar kir ku divê dewlet dest ji çand tacîz, tecawiz û şîdeta li hemberî jinan pêk tîne berbide.

'Tacîz, tecawiz û şîdeta li hemberî jinê çanda dewletê ye'

Ozlem anî ziman ku di êrîşan de Endama MYK'ê ya DBP'ê Selma Demîr bi bombeya gazê ya li ser wê ketî bi giranî birîndar bû û li Wêranşêr jî jina bi navê Aynur Kudî ji ber bombeya gazê jiyana xwe ji dest da. Ozlem, da zanî ku dewletê tacîz, tecawiz û şîdeta li hemberî jinan weke çandekê bikartîne û di her fersendê de êrîşê li gelê kurd dike. 

'Em hikûmeta AKP'ê û medyaya wê şermezar dikin'

Ozlem, bilêv kir ku jinên kurd ji aliyê hikûmeta AKP'ê û medyaya wê ve hedef hatin nîşandan û wiha got: "Di pêvajoya aştî û çareseriyê de li şuna zimanê aştiyê zimanê şer û provokasyonan bikartînin. Em hikûmeta AKP'ê û medyaya wê şermezar dikin. Em dizanin ku bi hedefgirtina heval ma te di bingeha xwe de têkoşîna jina kurd e."

(zt)