Sal derbasbibin jî her êşa me nûye …
09:11
JINHA
AMED – Di salên 1990’î de li herêmê gelek faîlên kiriyarên wan ne diyar hatin jiyan kirin. Yek ji cihên ku herî zêde faîlên kiriyar nediyar lê hatin jiyan kirin jî Farqîne… Jinên ku hevjînê xwe di faîlên kiryar nediyar de wenda kirin bi salan eli hestiyên wan digerin. Jinan diyar kirin ku her çendî sal ser re derbasbûne jî lê êşa wan jiyan kirî weke duh nûye û tenê daxwaza wan dîtina hestiyê hevserê wane.
Di serî de navendên herêmê di salên 1990’î de lig elek navendên Tirkiyê jî gelek faîlên kiriyarên wan ne diyar hatin jiyîn. Gelek ji wan ji malên wan girtin û carekedinê venegeriyan malên xwe. Gelek ji wan jî din ava kolanan de rastî êrîşên biçek û îskenceyan hatin û di îskenceyan de jiyana xwe ji dest dan. Hîna hestiyên gelek ji wan nehatine dîtin. Dayîkên Şemiyê li Stenbol, Amed û Êlihê bi salanin li qadan ji bo dîtina aqubeta zarokên xwe bang dikin. Li herêmê piştî Êlihê yek ji cihên herî zêde faîlên kiryar nediyar li navçeya Farqînê ya Amedê hatine jiyan kirin. Ji her 3 malan yek jê zarokên xwe di pêvajoya faîlên kiriyar nediyar dihatin jiyan kirin de wenda kirine. Di salên 1990’î de bi tayîbetî li nava Farqîn kesên xwe bi Hîzbûl-Kontra û JÎTEM’ê dida nasîn li nava kolanan bi kêran êrîşî welatiyan dikirin. Her çendî dem ser van cînayetan re derbas bûne jî lê êşên kul i peyî xwe hêlane tucarî nayê jibîr kirin. Bi hezaran jinên ku wê pêvajoyê hevserê xwe wenda kirine û neçar mane bi tena serê xwe li zarokên xwe binêrin, bi hezaran dayîkên ku hîna şopên wan pêvajoyan jiyan dikin hene. Nedret Karlidag, Besiye Uçak û Edibe Bozutmag jinên k udi wê pêvajoyê de hevserên xwe wendakirine piştî hevserê wan hatine qetilkirin tekoşîna jiyana xwe ji JINHA yê re vegotin.
‘Kesê qêrîna me nedibihîst’
Yek ji jinên di sala 1993’an de hevserê xwe wenda kirî Nedret Karlidag e. Nedret diyar kir ku hevserê wê Şaban Kaya li gel pismamê xwe yê ji Amedê hatibû derketin hinekî bigerin û wiha got: “Piştî ewana ji malê derketin du saetan cîranek me hat got ‘Li Şaban xistine û ew qetilkirine.’ Em hema ji malê derketin û ber bi wan çun. Dema em gihiştin cihê bûyerê me Şanba li gel pismamê wî bê can li erdê dirêjkirî dît. Welatiyan dîtibûn hinek mirovên di wesayîtek sipî de li nava kolanê ew gulebaran kirine û qetilkirine. Wêdemê hîzbûlahan gelek kes qetildikirin. Ez dizanim ku hevserê min jî wan qetilkir. Ji xwe bi dewletê re hevkarbûn. Wê demê kî li kolanê didîtin ew gulebaran dikirin. Ji tirsan kesê serê xwe dernedixist derve. Yên dihatin jiyan kirin wehşiyet bû. Kesê qêrîna me jî ne dibihîst. Roja kum in xebare qetilkirina hevserê xwe bihîst wê şevê me cenazeyê wî anî malê. Dema ku hevserê min hat qetilkirin zarokek min 2 salî hebû û ew 8 meh bû ez ducanî. Ez bi 2 zarokan ve bi tena serê xwe li kolanan mam. Wê demê bavê min di girtîgehê debû. Kes yê me biparêze û l ime xwedî derkeve nebû. Li gel hemû zehmetiyan jî serê min bilin û ev xweîd vînbûm. Hevserê min tu zerera kesê ne kiribû. Yên ku ew qetilkirin bêguman dê rojekê hesabê wê bidin.”
‘Bi hevkariya hîzbûlah û polîsan hevserê min hat qetilkirin’
Besiye Uçak diyar kir k udi salên 1990’î de ew zewiciye û ji ber sedemên siyasi nekarine mahreya fermî bibirin ji ber wê jî paşnavê hevserê xwe negirtiye. Besiye dema ku hevserê xwe Ali Îhsan Dag wendakirî 19 salîbûye. Besiye piştî wendakirina hevserê xwe bi 3 zarokên xweve tekoşîna jiyan dida û wiha domand: “Di sala 1995’an de li gundê me operasonek mezin hat çêkirin wê demê hevserê min birîndarbû. Bi wê birîndariyê ve li gel 7 hevalên xwe hat girtin. Dema ku girtin bin çavan êdî me jê agahî negirt. Em li Farqîn û Amedê gelek geriyan lê me jê tu gahî negirt. Paşê polîsan ji bo me diyar kirin ku wan berdaye birine gundê Heşkêmergê û li wê ji aliyê hinek kesên sivîl ve ji destê xwe birîndar bûye. Li gorî hinekan dîtî ew birîndar bûye birine gel yekê ji bo pansumanê lê destur nedane bê pansuman kirin. Bi hevkariya polîs û hîzbûlahan hevserê min hat qetilkirin. Ew dizanin li kuye. Her dema ku em diçin di pirsin Emniyeta Muduruyeta polîsan ya Amedê dipirsin ji bom e dibêjin ‘li Alaya Farqînê ye.’ Lê ne li wêye.”
‘Ezê li gel zarokên xwe tekoşînê berdewam bikim’
Besiye da zanîn ku ev 8 salin dewlet wan mijul dikin di derbarê hevserê wê jiyan dike yan na de tu agahî nedane wan û wiha berdewam kir: “Em bi dehan car çun Eminiyetê û me pirs kiriye. Me hêvî ji wan kiriye heger jiyana xwe ji dest daye mirina wî heger dijî jiyan kirina wî ji bom e bêjin negotine. Lê her demê me ji ser çavê xwe rêdikin. Heger mirov hestiyê mirinyê xwe jî bizane dibin axê dene xwe rehet hîs dike. Lê me ji wê jî bê agahî dihêle. Ez carekê li gel xezurê xwe çum qereqolê, mehmurê polîsan ji xezurê min re got ‘Here li mala xwe de rune, PKK’ê kurê te rizgar kiriye hîna tu çî dixwazê.’ Bardeqek ya avê ser masê bû mehmur ew nîşanî xezurê min da û got ‘Binêre ve berdaq li vêderê ye heger ez rakim û bişênim wê demê berdaq namîne weke kurê te, hîna tu li peyî çî digerê û doza çî dikê.’ Zarokên min dibêjin: ‘Dayê hevalên me diçin ser gora bavê xwe duayan dixwînin çima em naçin.’ Me êdî hêviya xwe ji jiyankirina wî biriye êdî mezarek ya wî hebana em çobana ser. Dema ku hevserê min şehîd ket ez 20 salîbûm. Min bi tena serê xwe zarokên xwe mezin kir. Ez bi alîkariya malabata xwe li ser lingan mam. Serê me bi şehîdê me bilinde. Ew rêya ku wan ji bom e hêlayî ezê bi zarokên xwe ve berdewam bikim.”
‘Hevserê min ne bedelê despêkê û ne jî yê dawiyê ye’
Jinek din ya k udi faîlên kiriyarnediyar de hatî wendakirin jî Edibe Bozutmag e. Edibe diyar kir ku hevserê wê Bahrî Guneş di sala 1993’an de wendabû. Edîbe da zanîn ku dema hevserê wê wenda bûyî zaroka wê ya mezin 9 mehî bû û ew wê demê ducanîbû û wiha dibêje: ‘Xwezî hevserê min bi destekê ba bi lingekê ba tenê ew saxbana li gel me bana. Dema ku hevserê min hatî qetilkirin wê demê ez çubûm mala bavê xwe misafiriyê. Serêsibê zu cîranek ya diya min li derî xist û ji diya min re got ‘telefon heye.’ Diya min çu. Dema ku diya min vegeriya hema ji bom e got: ‘Hema rabin em biçin Farqînê mal guleberan kirine.’ Di hindirê min de hîsek weke tuştek li Bahrî hatiye digeriya, lê diya min ji bom in sakîbike weke ew başe nêz bû. Dema em çun cihê wesayîtan berî em bikevin wesayîtê birayê min hat hez himbêz kirim, lê himbêzkirinek cudabû. Weke ku ji bom in bêje here lê tu dizanê dê cîhan li serê te hilweşe himbêzkirinek wihabû. Hîzbûlahan rê li hevserê min girtibûn û ew gulebaran kiribû. Hevserê min ne bedelê despêkê û ne ji yê dawiyê ye.”
‘Jinên kurd ji êşên ku jiyan kirine hêzê digirin’
Edîbe anî ziman ku dema wê hevserê xwe wendakiriye 17 salî bûye û wiha domand: “Jiyana me bi zorî û zehmetiyên mezin re derbasbû. Ji bom in jiyan bûyîbû zîndan. Bi bi salan û mehan min alîkariya derunî digirt. Ez neçar mam bi tena serê xwe zarokên xwe mezin bikim. Gelek alîkariya malabata min ya madî û manewî çêbû. Piştî wendakirina hevserê min ez bi tenê nehêlam. Her dem li gel minbûn. Tucarî ji berk u ez bi hevserê xwe re zewicîm û min zarok anîn dunyayê ez poşman nebûme. Heger ez carekedinê jî hatibama dunyayê minê xwesitibana bi hevserê xwe Bahrî re bijîm. Ez salak û 7 mehan li gel hevserê xwe mam. Lê ewqas dema kurt ji bom in weke temenek bû. Ez û zarokên xwe emê di rêya wî de bimeşin. Jinên kurd gelek bihêzin, êşên ku em dikêşin zêdetir hêzê dide me. Dema ku hevserê min hatî qetilkirin di televizyonan de weke ‘trorist mirin’ dihatin dayîn. Hevserê min gelek welatparêzbû. Heger her welatparêz terorîstbe wê demê hemû gelê kurd terorîstin. Yên ku heverê min qetilkirine li kolanan digerin bê ceza destê xwe di hejînin.”
(zt)

