Jinên di gireva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me berdewam bikin

10:25

 


JINHA


İZMİR – Ji bo protestokirina êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê ser Kobanê û li hemberî êrîşan polîtîkayên Tirkiyê li girtîgehan girtiyan dest bi çalakiya gireva biçîbûnê kirine. Jinên girtiyên li Girtîgeha Şakranê dest bi çalakiya gireva birçîbûn kirine diyar kirin ku heya daxwazên wan neyên cîh dê gireva xwe berdewam bikin. Li aliyê dinê jî dema ku jinan nerazîbûn nîşanî arameya bi zorê û tundiya garndiyanan dane hatine darb kirin û cezayê disiplînê dane wan.


Jinên girtiyên li Girtîgeha Jinan ya Şakranê dimînin ji bo protestokirina êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê ser Kobanê û li hemberî êrîşan polîtîkayên Tirkiyê dest bi çalakiya gireva biçîbûnê ya dorveger kirine. Jinên girti yên di girevê de dan zanîn ku heya talebên wan neyên cîh dê gireva xwe berdewam bikin. Li gorî nûçeya nûçegihana girtî Sevcan Atak di serî de Şengal û Kobanê heya êrîşên hovane yên DAIŞ’ê ser gel berdewbike dê ew jî çalakiyên cuda li darbixin. Jinan sedama despêkirina girevabirçîbûnê wiha anîn ziman: “Heger ji 7 heta 70 salî di penaberiyê de zoriyan dikişînin, jin û zarok tên qetilkirin û tecawîz kirin, hemû cîhan li hemberî van kirinan bêdeng dimînin, ji bo Kobanê korîdora mirovî venakin, alîkariyê didin çeteyên DAIŞ’ê. Em dixwazin bibin dengê van hemû tirajediyan. Her wiha ev pêdiviyek miroviye.”


‘Jin hatin darbkirin û cezayê disiplînê dane wan’


Jinên di gireva birçîbûnê de anîn ziman ku heya tuşta pêwîst ji bo gelên Koban û Şengalê neyê kirin û korîdora mirovî ji bo Kobanê neyê vekirin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Sevcan di nûçeya xwe de diyar kiriye kul i girtîgehan tundiya ser girtiyan jî hatiye zêdekirin. Sevcan destnîşan kir ku piştî ku welatiyên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser gelê Kobanê û polîtîkaya AKP’ê ya ser Kobanê protesto kirin rastî êrîşan hatin, li girtîgehan de jî tundiya ser girtiyan zêdebû. Sevcan derbirî ku lêgera ku her meh carekê dihat kirin daket heftê 2 caran û dema lêgerê de gelek gerdiyan dikevin hindirê qouşên wan. Sevcan bilêvkir k udi wê demê de li gel ku Meryem Soylemez ji ber nerehetiya ji wan qirîz derbazkir jî li gel wê jî bi zorê ser wê lêgerîn kirin. Sevcan anî ziman ku wan ji bo Meryem rapora darbkirinê girtine û got: “Gelek jinên girtî ji ber li hemberî van tundiyên lêgerînê derketine rastî cezayê disiplînê hatine. 3 roj cezayê hucirê dane Meryem Soulemez jî.”


 (zt)