Berxwedêrên nobetê: Bi herikin ser sînor
10:32
JINHA
RIHA - Welatiyên li ser sînor dibin dorpêça polîsan de nobetê digirin, li gel hemû pûkutî û êrîşan jî bi biryarin ku cihên nobetê neterikînin. Welatiyan diyar kir ku "Xwedî derketina Kobanê xwedî derketina pêşerojê ye" û bang li hemû kesî kir ku ber bi sînor ve biherikin.
Li gel ku ev 33 roje şervanên YPG/YPJ'ê li Kobanê li dijî çeteyên hov bi avayekî bê hempa berxwe didin, li Bakûrê Kurdistanê jî li ser sînor welatî ji destpêka berxwedanê heta niha di nobetê de ne. Welatiyên ku li sînorê gunden Mehser û Mîseynterê ên Pirsûsa Rihayê nobetê digirin, diyar dikin ku heta Kobanê azad nebe ew ji vir naçin û bang li hemû kesî kirin ku biherikin ser sînor.
Dayîka Aştiyê Halîme Tekîn a du zarokên wê di nava refên YPG'ê de ne ji roja ewl heta niha li gundê Mehserê di nobetê de ye. Halîme, wiha axivî: "Ger em li Şengalê bûbûna yek ev kas êş nedihate kişandin. Divê gelên li Tirkiyeyê jî rastiya vî şerî bibînin. Du zarokên min niha aliyê din ligel YPG'ê li dijî çeteyan şer dikin, ez li vir li benda wan im. Banga min ji gelên Tirkiyeyê re ew e ku bên vê derê û rastiya vî şerî bibînin.”
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Dondu Ergîn a ji Stenbolê hatiye jî bertek nîşanê helwesta Dewlata Tirk da û balkişand ser berxwedana gelê Kobanê. Dondu, got ku lazime her kes were vê derê û xwedî li Kobanê derkeve û wiha axivî: "Ev tiştên li vir tên jiyandin 12'ê Îlonê tîne bîra mirov. Ez di serî de ji gelên Tirkiyeyê bi giştî hemû gelên cîhanê re bang dikim ku biherikin ser sînorê Kobanê."
Welatiye bi navê Aydin Falay ê ji Stenbolê tevli çalakiyê dibe zanîn ku ji ber êrişên DAIŞ'ê gelek bitesîr bûye û wiha got: "Me ne dikarî em li malên xwe birûnên. Ên Kobanê jî xwîşk û birayên me ne. Ne tenê ji bo kurdan, em ji bo ermenî, ereb û tirkmenan jî hatine vê derê. DAIŞ, ji bo destkeftiyên kurdan ji holê rake êrîş dike Kurdisitanê. Kê dibêje ku ez mirovim divê îro li ser vî sînorî bibe."
Îbrahîm Şen ê ji Sêrtê tevli çalakiyê bûye jî anî ziman ku wekî peywirekî mirovahiyê hatiye ser sînor û wiha axivî: "Ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî mirovahiyê pêk tên. Em ji bo ku Kobanê nekeve li virin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Pêwîste hemû kesên xwedî wijdan bên vê derê."
Hamdî Bayramê ku ji Wanê tevli çalakiyê bûye, balkişand ser êrîşên hêzên dewleta tirk û wiha domand: "Dewleta tirk, bi panzer û TOMA'yan heta Pirsûsê da dû me. Lê em ne sekinin. Em cardin hatin cihê xwe. Em vê derê bernadin. Heta ku Kobanê rizgar nebe em ji vir naçin. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim ku ji bo azadiya Kobanê rabin ser piyan."
(zt)

