Şahidê bûyerê: Leşkeran raserast Demîr hedef girtin

10:43

JINHA


RIHA - Şahidê bûyera birîndarkirina Endama MYK'ê ya DBP'ê Semra Demîr îdia kir ku leşkeran Semra rasterast hedef girtin. Şahidê bûyerê Rukneddîn Fîutoglu ev tişt anî ziman: "Leşkeran bi bombeyên gazê rasterast êrîşî wesayîta me kirin. Bi dehan bombeyên gazê avêtin wesayîta me. Ji bombeyên gazê yek jê li serê Semra ket."

Welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li ser sînor nobeta berxwdanê digirin. Leşkeran di 15'ê cotmehê de bi bombeyên gazê êrîşî berxwedêrên gundê Mehserê kirin. Di vê êrîşê de Endama MYK'ê ya DBP'ê Semra Demîr bi giranî birîndar bû. Semra li beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê tê dermankirin. Li nexweşxaneyê hewl tê dayîn ku bi dermana xwîna ku ji cihê bombeya gazê lê ketiyê ziwa bikin. Beriya ku êrîş pêk were wesayîta ku Semra têde bû ji hêla leşkeran ve hatibû rawestandin û bi gotina "Hûn çalakiyên vir organîze dikin" gef li wan xwaribûn. Piştî vê yekê di derengiya şevê de leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî berxwedêran kirin. Şahidê bûyerê îdia kir ku leşkeran "rasterast wê hedef girt". Îfadeyên şahidê bûyerê ku wextê Demîr birîndar bû li cem wê bû ev îdia piştrast dike.

Bi roj gef li wan xwrin

Şahidê bûyerê Rukneddîn Fîuoglu got ku roja bûyer qewimî seat di 14.00'an de wesayîta wan li navenda Pirsûsê hat rawestandin û bi gotinên "Plakeya we tê şopandin. Der barê we de şikayet heye. Hûn ji kengî ve li vir in? Hûn çalakiyên nobetê organîze dikin" leşkeran gef li wan xwarine û dawiyê wan serbest berdane.

Êvarî êrîş kirin

Rukneddîn anî ziman ku ew li derdora gundê Miseynterê bûn û seat di 19.00'an de haya jê çêbû ku leşker êrîşî berxwedêrên gundê Mehserê bikin û ber wir ve bi rê kitin. Rukneddîn da zanîn ku wextê ku ew gihîştin gund êrîş dest pê kir û wih pêde çû: "Wextê ku em gihîştin gund hevdîtina parlamenter û leşkeran bi dawî bûbû. Beriya êrîşê me hewl da ku em bi wesayîtê ber gund de derbas bibin, wextê ku em li wesayîtê siwar bûn bombeyên gazê avêtin berxwedêran. Rasterast bombeyên gazê avêtin wesayîta me. Bi dehan bombeyên gazê û yek ji wan li serê Semra ket. Di êrîşa wan de xuya dibe ku rasterast me hedef girtin. Bi alîkariya welatiyên derdorê me Semra rakir nexweşxaneyê."

(zt)