Zelal Cîger: Rêxistinbûn bingeha hêzê ye

11:05

JINHA


EFRÎN - Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger diyar kir ku birêxistinkirin bingeha hêza gel û civakê ye û da zanîn ku ev yek bi riya avakirina komînan pêk tê û wiha got: “Birêxistinbûyîna kes bingeha hêza gel û civaka ku têde jiyan dike ye."


Ji bo nirxandina rewşa siyasî ya dawî û pênasîna girîngiya avakirina komînan TEV-DEM'ê li gundê El-Zêdiyê yê girêdayî bajarê Efrînê civînek lidar xist. Di civînê de bi sedan welatî amade bûn. Ji aliyê xwe ve Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger axivî û bal kişand ser êrîşên çeteyên  DAIŞ'ê yên li dijî  herêma Kobanê  û da zanîn ku li hemberî van êrîşan şervanên YPG/YPJ'ê, welatiyên herêmê û tabûrên Artêşa Azad ên Navnenda Burkan El-Firat berxwedaneke bêhempa birêve dibin.


Zelal berxwedana Kobanê bi qehremanî binav kir û got ku Kobanê bi berxwedana xwe ya zêdetirî mehekê ji hemû cîhanê re diyar kiriye ku ew keleha berxwedanê ye. Zelal da zanîn ku Kobanê ne Musil û Reqa ye û destnîşan kir ku çekên DAIŞ'ê li dijî Kobanê bikar tîne têre dagirkirina dewletekê dike û tevî van çekan jî, çete biser neketin.


Amadebûna ji şer re rastiyeke pêwîst e


Zelal Cîger da xuyakirin ku pêwîste her kes ji bo şer xwe amade bike û bi hemû derfetên xwe li hemberî xetereya li dijî herêmê bisekine û got: "Destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê di her demê de ji aliyê hêzên ku naxewazin gelê Kurd xwe bi xwe birêve bibin ve hatine hedefgirtin.”


'Birêxistinbûyîn bingeha hêzê ye'


Zelal pêwîstiya xwebirêxistinkirina ji bo xweparastina li hemberî hemû xetereyan destnîşan kir û got: "Birêxistinbûyîna kes bingeha hêza gel û civaka ku têde jiyan dike ye." Zelal bal kişand ser şêwazên xwebirêxistinkirina di nava civakê de ku bi riya avakirina komînan pêk tê û ji bo xizmetguzariya welatiyan roleke girîng û aktîf bicih tîne.


Di dawiya civînê de durişmeyên slavkirina berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li Kobanê, Şengal, Cezza û Serêkaniyê hatin veghotin.


(zt)