Birayek li Kobanê şehîd ket, yek jî li Şengalê hêj şer dike
11:26
JINHA
RIHA - Birayê Endamê YPG'ê Mevlan Sag (Geliyê Serhad) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da Firat Sag (Bahoz Çiya) jî li Şengelê li hemberî çeteyan şerdike. Bavê Mevlan Sag, Mazhar Sag jî li şuna ji bo cenaze bigire biçe ber nexweşxaneyê tevli berxwedana nobetê ya li ser sînor bû.
Bira Firat û Mevlan Sag ên ji bajaroka Altinova a Muşê, li Kobanê û Şengalê tevli têkoşînê bûn. Çîroka her dû birayan ku, li Kurdistanê gelek çîrokên wiha hene, wekî çîroka hemû kurdan e. Malbata Sag, piştî komkujiya Vartînisê ya di sala 1993'an de li Muşê pêk hatibû, koçî Stenbolê kir. Du zarokên malbata Sag, li hemberî qetliyamên li dijî kurdan bêdeng neman û berê xwe dan nava refên berxwedanê û Firat Sag (Bahoz Çiya) (18) li Şengalê Mevlan Sag (Geliyê Serhed) (21) jî li Kobanê tevli nava refên berxwedanê bûn.
Firat li Şengalê, Mevlan li Kobanê
Firat hêj li Şengalê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de şer dike. Birayê wî Mevlan jî mixabin di 12 cotmehê de li Kobanê, di enîşa şer de dema dixwest hevalên xwe yên birîndar ji çeperan derxe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mevlan, ev hevteyeke li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê tê rawestandin û nadin malbatê. Bavê Mevlan, Mazhar Sag diyar kir ku cenaze teşhîskirine, lê dozgeriyê gotiye ku wê piştî testa DNA'yê cenaze radestî wan bê kirin. Mazhar, da zanîn ku ev çend roje li benda cenazene. Mazhar li şuna ku li ber deriyê nexweşxaneyê bimîne benda cenaze, li ser sînor tevli bexwedana nobeta ji bo Kobanê dibe.
'Dewlet kurdan dixapîne'
Bav Mazhar Sag, ku kurekî wî di çeperên şer de jiyana ji dest da, yek jî jî hêj di şer de ye destnîşan kir ku ev ne tenê zarokên wî ne û got, "Ew zarokê hemû gelê kurd in." Mazhar ku hestên xwe anî ziman da zanîn ku dewleta tirk ev sedsalê kurdan dixapîne û tu carê dev ji dijminiya xwe bernade.
Gotina dawî ya Firat: Em ê bimirin, lê Kobanê nakeve
Mazhar, derbirî ku herî dawi saetek beriya ku kurê wî Firat jiyana xwe ji dest bide bi wî re telefone axiviye û wiha pêde çû: "Kurê min ji min re got, 'Heta dilopek xwîn di canê me de bimîne, em ê şer bikin. Em ê bimirin, lê Kobanê nakeve'. Berxwedana Kobanê wê di dîrokê de bi tîpên zêrîn cihê xwe bigire. Divê gelê kurd jî xwedî vê berxwedana bê hempa debikeve. "
'Dawiya wî wê bibe wekî ya Saddam'
Mazhar, herî dawî di berdewamê de bertek nîşane gotinen Serokomarê Tirk Erdogan da û got, "Dawiya Erdogan wê bibe wekî ya Saddam."
(zt)

