Rêveber û endamên ÎHD'ê hatin binçavkirin

11:51

JINHA


SÊRT - Rêveberê ÎHD'a Sêrtê Muhsîn Beydogan û endamên ÎHD'ê Abdullah Gok û Halît Kaçar ên ku ji sersaxiya şervanê YPG'ê Husamettîn Ekîncî vedigeriyan ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Serdanên ji bo sersaxiya malbata şervanên YPG'ê Husamettîn Ekîncî ya li gundê Hatrantê yê navçeya Tilloya Sêrtê didomin. Rêveberê ÎHD'a Sêrtê Muhsîn Beydogan û endamên ÎHD'ê Abdullah Gok û Halît Kaçar piştî ji sersaxiyê vedigeriyan li duryana Şîrwan û Tilloyê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Der barê sedama binçavkirina wan de agahî nehat bidestxistin, wan birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.

(zt)