'Heger Tirkiye bi qasî nîvê cîhanê jî dîtibana dê guh dabana berxwedanê'
11:18
Eylem Daş- Mizgin Tabu/JINHA
STENBOL – Endama MYK ya HDP’ê Rojnameger û Nivîskar Huda Kaya bertek nîşanî bêdengiya Tirkiyê ya li hemberî berxwedana Kobanê û daxuyaniyên hikumetê yên alîkarîdayîna DAIŞ’ê û wiha got: “Heger bi qasî nîvê cîhanê jî raya giştiya Tirkiyeyê bidîtana dê guh dabana di serî de dayîkên mezin jin û hemû welatiyên ji 7 heta 70 salî çek girtine ji bo parastina xwe têdikoşin û jinên Şengalê yên ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê reviyane çiyan li ser lutkeya çiya destê hev digirtin û xwe di zinar de di avêtin.”
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê berdewam dikin. Tirkiye jî berdewam alîkariye çateyan dikin. Ev helwesta Tirkiyê dibe sedema bilindbûna bertekên gel. Endama MYK ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê Rojnameger û Nivîskar Huda Kaya bertek nîşani yên ku berxwedana gelê Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê vîna xwe, axa xwe ya qedîm û deskeftiyên xwe diparêze bi çeteyên hov re weke hev dibîne da û got: “Gelê Kobanê berxwedanek destani ya ku hemû cîhan dibîne dimeşîne, lê Tirkiye ferq nekiriye. Heger bi qasî nîvê cîhanê jî raya giştiya Tirkiyeyê bidîtana dê guh dabana di serî de dayîkên mezin jin û hemû welatiyên ji 7 heta 70 salî çek girtine ji bo parastina xwe têdikoşin û jinên Şengalê yên ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê reviyane çiyan li ser lutkeya çiya destê hev digirtin û xwe di zinar de di avêtin.”
‘çima ji bo Kobanê ya Kurdistanê ya wekek Gazze kes deng dernaxe’
Huda bibîr xist ku di mehên derbazbûyî de dema ku Îsraîlê bombadiavêt Gazze yê kesîmên cuda derdiketin qadan û Îsraîl protesto dikirin û wiha domand: “Kes ji bo helwest û siyaseta Hemasê derneketin qadan. Ji bo ji qirkirinan re bêjin bese û piştevaniya gelê Filistînê yê dibin bombeyan de mayî daketin. Ez tênagihim çima heman kes ji bo Gazze ya Kurdistanê Kobanê jî heman dengî dernaxin.” Huda daxuyaniyên hikumetê yên weke ‘Me derê mala xwe ji sed hezaran re vekiriye’ rexne kir û wiha berdewam kir: “Wan di hindirê salonên werzîşê û çopan de didin hev kam e ji jinan bipirsin çiqas dinê dixwazin din ava van cihan de bijîn. Bi giştî derî navekin birîndar ser sînor jiyana xwe ji dest didin. Ka xizmên welatiyên birîndar yên ser sînor ji ber wendakirina xwînê jiyana xwe ji dest dane çî dibêjin.”
(zt)

