Hêviya dayika li sînor: Azadiya Kobanê
11:43
JINHA
RIHA – Xalîse Salih dayikeke ji Kobanê ye. Du keçên wê di refên YPJ’ê de şer dikin, ew jî ji bo nêzî keçên xwe bibe li sînor nobeta berxwedanê digire. Dayika ku ev 10 roj in hatiye sînor qet li ser sînor venaqete. Xalîse a ku bi gotina “zarokên me şer dikin em jî ji vir moralê didin wan” nêrînên xwe anî ziman tekane hêvîya xwe jî wekî azadiya Kobanê tîne ziman.
Kobanê tenê ji bajar û sînorekî pêk nayê, ji bo kurdan keleha serhildan û berxwedanê ye. Jinên Kobanê jî kirde ya vê berxwedanê ye. Yek ji van jinan jî Xalîse Salih a Kobanê ye. Du keçên wê di nava refên YPJ’ê de şer dikin. Ew bixwe jî beriya 10 rojan hatiye Pirsûsê. Ji bo hesreta xwe ya ji bo zarokên xwe ji nêz ve hîs bike ji sînor venaqete û tevli nobeta berxwedanê dibe. Bêxwarin û vexwarin li agahiyên ji Kobanê tên dinêre. Her roj qala berxwedan û sîstem ali Kobanê ji welatiyen nobetê digirin re dike. Dîsa strana “Nurcan a min” a ji bo keça xwe Nurcan nivîsandiye distrê. Xalîse wiha axivî: “Ez du rojan li sînor razam. Ji bo ku derbas bibim bi roj li derî bûm. Bi şev li cem YPG’iyan dimam. Jixwe hemû zarokên me ne. Kesekî xerîb nîn e. Herî dawî dema şer dijwar bû em mecbûr man bên.”
‘Ev gel dê xwe biparêze’
Xalîse a ku dibêje li Kobanê sîstemeke wan hebû ev tişt anî ziman: “Dadgehên gel hebûn, dibistanên me hebûn, meclîsên me yên jinan û yên giştî hebû. Bi kurtasî sîstema me demokratîk bû. Jixwe ev êrîş li dijî sîstema me ne. Wekî hûn dizanin li Şengalê DAIŞ’ê li dijî jinan komkujiyek pêk anî. Piştre berê xwe da Kobanê. Sedema hinekî valakirina Kobanê ev e. Sedema derbasbûna malbatên ku zarokên wan hene ev bû. Jixwe di nava YPG’ê de hêza YPJ’ê heye. Yên tevli bûn, li wir in, lê yên tevli nebû derbasî vî alî bûn. Pir bi moreleke mezin şer dikin. Dema yek li cem wan şehîd dikeve jinên YPJ’î dibêjin em şûna wî tijîkin. Kes xwe li paşve nakişîne. Bi giştî jinên Kobanê bikaranîna çekan dizanin. Em ê serê xwe netewînin. Zarokên me şer dikin. Em jî heta ji destên me tê moralê didin. YPG û YPJ’iyek nemîne jî ev gel dê xwe biparêze.”
‘Divê korîdora mirovî bê vekirin’
Salîse bilev kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran ve êrîş dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çekj i kû hatin? Dewletan çek dan DAIŞ’ê. Em ê serê xwe tenewînin. Lê pêwîstiya me bi çekan heye. Ew zarokên me ne. Divê dewleta tirk korîdora mirovî veke. Em dixwazin biçin cem zarokên xwe. Çi dixwin çawa dijîn. Em dixwazin bi wan re bin. Çeteyên DAIŞ’ê xwedî cenezayên xwe jî dernakevin. Cenazeyên xwe jî dişewitînin. Ev mirovahiyeke çawa ye? Ji bo wan tu qîmeta mirovan nîne b Jixwe heke mirovahî heba ev qas mirov, zarok û jin nedihatin qetilkirin. Çima zarokên biçûk qetil dikin? Mirov nikare mirîşkekî şerjê bike. Ev çawa mirovan serjê dikin?”
Her tişt hatiye talankirin
Xalîse got ku ji bo Kobane we dixwazin sînor bên rakirin û wiha berdewam kir: “Bila her kes vegere malên xwe. Jixwe malên me çeteyên DAIŞ’ê talan kirine. Hemû pez, dewar ê eşyayên me talan kirine. Kal û pîrên me mabûn ji bo parastina malan lê ew jî birine. Evqas êrîşên hovane pêk tînin.”
Xalîse di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi kuştinê kurd naqedin. Lê divê mirovahî li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bike. Em Kobanêyeke azad dixwazin. Bila her kes li axeke azad bijîn. Em çekên giran dixwazin. Em bi tank û top û hewanan êrîşî me dikin. Em bedelên gelekî giran didin. Em ji kesekî cil û xawrinê naxwazin. Tenê ji bo parastina axa xwe em çek dixwazin. Dibêjin mafên mirovan. Ma kul i kû derê re ev rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin.”
(zt)

