Hevalên Paramaz Qizilbaşli li sînor di nobetê de ne
11:56
JINHA
RIHA - Hevalên Endamê MLKP'ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Qizilbaşli) ê ku tevlî berxwedana Kobanê bû û di 5'ê cotmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hatin sînorê nobeta berxwedanê lê tê girtin. Hevalên Nejat Agirnasli gotin, "Perçeyek berxwedanê bi rûmet û hêviyê dide."
Hevalên Endamê MLKP'ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Qizilbaşli) ê ku tevlî berxwedana Kobanê bû û di 5'ê cotmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hatin sînorê nobeta berxwedanê lê tê girtin. Hevalên Nejat Agirnasli tevlî nobeta berxwedana sînor bûn diyar kirin ku Nejat Agirnasli yê ku di 22'yê îlona 1984'an de li Konyayê hatî dinê û berê xwe da Şoreşa Rojava û tevlî berxwedana Kobanê bû diheman demê de ji bo wan tê awateye rexneyekê.
‘Rojava cihê ku azadî lê şênber bûyî ye'
Hevala Nejat Agirsanli ya li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê doktoreya felsefeyê dike Olcay Çelîk, diyar kir ku Rojava tenê cihê ku bê parastin na di heman demê de cihê hêviya azadiya mirovahiyê û rûmeta mirovahiyê ye. Olcay, anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kantona Kobanê kirin gelek mirov neçarman cih û warên xwe terk bikin û koçber bibin. Olcay, da zanîn ku gelê bakûr ji bo bibe parçeyeke berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya bêhempa ya li Kobanê zêdehî mehek li sînor bi biyar dest bi çalakiyê kirin û nobeta wan berdewam dike û wiha got: "Em 35 heval ji bo hîsên Kobaniyan parve b ikin û ya dikeve berê me em bikin hem hatin vir. Wateya Rojava ji bo me gelek mezin e. Rojava cihê azadî lê şênber bûyî ye."
‘Şahadeta Paramaz nîşaneya em bi lez bibine'
Olcay têkoşîna Nejat Agirsanli silav kir û wiha axivî: "Heval, dost û Rêhevalê me Suphî Nejat Agirsanli (Paramaz Qizilbaşli) gavek li pêşiya me bû. Ew ji bo azadiya Kobanê tevlî têkoşînê bû û di 5'ê cotmehê de şehîd ket. Şahadet û têkoşîna Paramaz ji me re nîşaneya em hêj bêtir bi lez bibin e." Olcay, da zanîn ku ji bo wan li gundê Mehserê bûyîn hêviyek pêk anî û wiha pê de çû: "Dema mirov li vir berê xwe didê tiştên em hîs dikin nayên vegotin. Dema em li Stenbolê berê xwe dida vir tenê li ser me hêrs hakîm bû û tiştek nekirin hakîm bû. Ev tiştekî gelek şerm bû. Lê piştî em hatin vir ji van re hêvî zêdebû. Dema em hatin vir em dît ku ligel hêrsa mirovên li gundê Mehserê hêviyên gelek mezin jî hene."
‘Perçeyek ji berxwedanê bûyîn bi rûmet û bi hêviye'
Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Denîz Taşyurek jî wiha got: "Em ji bo bibin parçeyek berxwedana li hemberî faşîzma DAIŞ'ê ya li Rojhilata Navîn bilind hatin vir. " Denîz, balkişand ser wateya tevlîbûna nobetê û wiha axivî: "Piştî şahadeta Paramaz heval em hatin vir. Em bi eslê xwe ji bo bibin perçeyek têkoşîna Paramaz heval hatin vir. Tiştên li vir dihatin jiyîn li Stenbolê tenê me li ser medyayê dişopand û em gelek xemgîn dibûn. Niha me li vir perçeyek berxwedanê ne û ev yek gelek bi rûmet û bi hêviye." Denîz herî dawî bang li gelên Tirkiyeyê kir ku bên sînorê Kobanê û bibin perçeyek berxwedanê.
(zt)

